Çalakiya birçîbûnê ya ya li girtîgeha Tekîrdagê didome

Çalakiya birçîbûnê ya ya li girtîgeha Tekîrdagê didome

Li gorî agahiyên girtiyekî li 2'mîn Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê dimîne ji malbata xwe re ragihandin, rêveberiya girtîgehê ji bo girtî dest ji çalakiya greva birçîbûnê berbidin zextan pêk tîne û dem dem xwê û şekirê asteng dike û vîtamîna B1 jî nadin.

Li 2'yemîn Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê ya ku bi pêkanînên weke îşkenceyên di darbeya 12'ê Îlonê yên li Girtîgeha Amedê pêk dihatin tê rojevê di 25'ê adarê de 19 girtiyên ji doza PKK'ê û 2 girtiyên ji doza Biryargeha Şoreşger dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin û çalakî berdewam dike. Ji girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de Ferdî Çîçek bi hevdîtina heftane ya telefonê ji malbata xwe re got rewşan nebaş e.

Çîçek diyar kir ku, Ozgur Gundem û Azadiya Welat ên têkildarî Girtîgeha Tekîrdagê de nûçeyên çalakiya greva birçîbûnê diweşîne nadin wan. Çîçek anî ziman ku, rêveberiya girtîgehê gelek caran koguşan diguhere û zextên psîkolojîk zêdebûne. Çîçek da zanîn ku, rayedarên girtîgehê ji bo dest ji çalakiya greva birçîbûnê berbidin û hejmara weke leşkerî bidin zextan pêk tînin. Çîçek destnîşan kir ku bi armanca paqiyê hefteyê carekê avê didin û doktor nayên kontrolê û heta çend roj berê şekir û xwê nedidan wan û hewcehiya vîtamîna B1 jî nayê dîtin.

Ji bo têkildarî rewşa çalakiya greva birçîbûnê em ji girtîgehê bipirsin li girtîgehê geriyan peywirdarekî got ji ber betlaneya fermî tu kes li saziyê tuneye û agahî nedan.