CÎK û ESP'ê qurbaniyên Helebçeyê bi bîr anîn

CÎK'ê bal kişand ser girîngiya yekîtiya neteweyî li dijî zîhniyeta komkujiya Helebçeyê. ESP'ê jî got, "Edalet wê bi destê bindestan pêk were."

Kesên ku di komkujiya Helebçeyê de jiyana xwe ji dest dan tên bîranîn.

CÎK: YÊN KU NEBIN YEK HEVKARÊ KOMKUJIYÊ NE

Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) bi wesîleya salvegera Komkujiya Helebçeyê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Komkujiya Helebçeyê di dîroka mirovahiyê de weke rûreşiya Misilmanan li pêşberî me ye. Yek ji mezintirîn qirkirina dîrokê ye."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku rêya rizgariya ji komkujiyên bi vî rengî yekîtî ye û hate gotin, "Em bang li Kurdan hemûyan dikin ku bibin yek û nekevin xefika kujeran. Yên ku xwe nedin ber yekîtiya Kurdan û yekîtiyê asteng bikin wê weke hevkarê van komkujiyan bên bîranîn."

ESP: EDALET WÊ BI DESTÊ BINDESTAN PÊK WERE

Navenda Giştî ya ESP'ê jî qurbaniyên komkujiyên Helebçe û Beyazitê bi bîr anî.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku komkujiya Beyazitê ji aliyê dewletê bi xwe ve hate birêxistinkirin û dewleteke din jî komkujî li Kurdan kir.

Di daxuyaniya ESP'ê de hate gotin, "Bindest wê bi têkoşîna xwe ya yekbûyî edaletê pêk bînin û hesabê komkujiyan bipirsin."