CÎK: Êrîşa li dijî Rojava dijminatiya li Îslamê û mirovatiyê ye
CÎK'ê diyar kir ku dewleta Tirk a plana êrîşa li dijî Rojava dike dijminê Îslamê û mirovatiyê ye û bang li Misilmanên rasteqîn kir ku li dijî vê yekê têbikoşin.
CÎK'ê diyar kir ku dewleta Tirk a plana êrîşa li dijî Rojava dike dijminê Îslamê û mirovatiyê ye û bang li Misilmanên rasteqîn kir ku li dijî vê yekê têbikoşin.
Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) der barê planên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Rojava daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Erdogan ku Fîrewnê vê serdemê ye ji bo dagirkirina Rojava piyonên xwe yên bi pereyan bi kar tîne daxistiye qadê.
Hate destnîşankirin ku armanc ji vê yekê talan û dagirkerî ye û bang li Misilmanên rasteqîn hate kirin ku li dijî dijminê mirovahiyê têbikoşin.