Bûyera tecawizê li Rihayê hate şermezarkirin

Bûyera tecawizê li Rihayê hate şermezarkirin

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê bûyera tecawizê ya li Çewlikê ku zaroka 16 salî rastî tecawuza leşkeran hatibû şermezar kir û xwest hemû berpisyar bên darizandin.

Hevgirên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê têkildarî bûyera tecawizê ya li Çewlikê ku zaroka 16 salî a bi navê E. A. rastî tecawiza leşkeran hatibû di Şaxa ÎHD'ê ya Rihayê de daxuyaniyek da çapeminyê. Rêveberên BDP'ê, HDK û CHP'ê jî tevli civînê bûn. Rêvebera Komelaya Piştevaniyê ya Jinan a Mala Jiyanê Serpîl Geyîk di civînê de axaftinek kir. Geyîk, diyar kir ku zaroka 16 salî a bi navê E.A. ev 2 sale rastî tecawuza leşker û rayedarên dewletê tê û wiha got: "Duh hate gotin ku leşkerek li ser îtîrazê hatiye girtin. Lê girtina kesekî têra nake. Ji ber di doza N.Ç yê de persisyar nahetin cezakirin, îro rê li ber doza E.A yê vekiriye. Ev zihniyeta bavsalariyê van kesan diparêze. Me ev yek baş dîtiye."

Geyîk da zanîn ku ew ê dozê bişopînin û daxwaz kir ku berpisyar bên darizandin.