Bûyera mirina Amed nayê ronîkirin

Bûyera mirina ciwanê Kurd Amed Ahmed ê ji aliyê polîsê Elman ve bi xemsarî hatibû girtin, nayê ronîkirin. Rayedar îdîa dikin ku şewata Ahmed ji ber wê mir, 'ji aliyê wî' ve hatiye derxistin. Lê pispor li dijî vê îdîayê derdikevin.

Ciwanê ji Efrînê Amed Ahmed, ku li girtîgeha bajarê Kleve yê Elmanyayê bi neheqî dihate girtin, meha Îlonê ji ber şewata li hucreya lê bû bi giranî birîndar bû û roja 5'ê Cotmehê li nexweşxaneya li Bochûmê ku lê dihate dermankirin, jiyana xwe ji dest dabû.

Ji ber ku Efrîn ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatiye dagirkirin, cenazeyê Ahmed li Bonnê hate veşartin. Bûyera şewatê ya rê li ber mirina Ahmed vekir, nayê ronîkirin. Wezareta Edaletê ya Eyaleta Nordrheîn Westfalen (NRW) îdîa kir ku Ahmed ji bo xwe bikuje şewat derxistiye.

Li gorî rapora rayedarên wezaretê, 17'ê Îlona 2018'an saet 19'an, Ahmed bi heste agir berdaye nivînên xwe, şewat li hucreyê derketiye û piştî 15 deqeyan pê li bûtona alîkariyê kiriye. Lê belê pispor destekê nadin vê senaryoya rayedaran.

Mêvanê bernameya "Monîtor" a televîzyona ARD'ê, pisporên Enstîtuya Şewatê ya li Dîpppoldîswaldeyê bûn. Li gorî pisporan, nepêkane ku şewat li gorî îdîaya hatiye kirin, hatibe derxistin. Pisporê şewatê Korbînîan Pasedag got, "Dema ku şewat bi nivînan ket, dûyê bi jehr jê derdikeve. Mirov bi ti awayî bêyî maskeyê nikare 15 deqeyan li ber vî dûyî îdare bike."

PISPOR: DIVÊ DI NAVA ÇEND DEQEYAN DE JI HIŞÊ XWE BIÇÛYA

Midûrê Saziya Tipa Edlî ya Frankfûrtê Marcel A. Verhoff li ser encamên şewatê daxuyaniyeke bi heman rengî da. Verhoff got, "Gelo çawa çêdibe ku mirovekî di nava çend deqeyan de ji ser hişê xwe çûbe, careke din bê ser hişê xwe û biçe pê li bûtona alîkariyê bike?"

Di vê navberê de mehkûmekî li girtîgeha Kleveyê ji ARD'ê re axivî û got, di dema şewatê de wî dengê qîrîn û hewarê yê Ahmed bihîstiye ku alîkarî dixwest. Mehkûmê ku nexwest navê xwe eşkere bike, li ser îdîaya rayedaran ku dibêjin 'di dema şewatê de pace girtî bûn' wiha got: "Çend kesan dîtin ku di dema şewatê de Ahmed derketiye ber pacê û alîkarî xwestiye. Yekî ji van bi berfirehî ji min re qala rewşê kir."

BI NEHEQÎ HATIBÛ GIRTIN

Polîsên NRW'ê meha Tîrmehê li ser daxwaza polîsên Hambûrgê ciwanê Efrînî Amed Ahmed destgîr kiribûn. Ahmed ê 26 salî di îfadeya xwe de ji polîsan re got ku ew ti carî neçûye Hambûrgê û sûcdariyên ku polîs qala wan dike, ti eleqeya wî pê re nîne. Lê belê ne polîsan, ne dozgeriyê, ne jî rêveberiya girtîgehê guh nedan Ahmed.

Ahmed piştî ku êvara 17'ê Îlonê ji ber şewata li hucreya tê de bû birîndar bû, derket holê ku bi neheqî hatiye girtin. Kesê ku polîsên Hambûrgê ji ber sûcê diziyê lê digeriyan, Amedy Gûîra yê ji Malî bû.

Ciwanê Kurd ku ne bi reng, ne jî wekî din bi ti awayî naşibe penaberê ji Malî, bi neheqî bi mehan li girtîgehê hate hiştin. Piştî mirina Ahmed, dozgeriya Kleveyê der barê gelek polîsan de lêpirsîn da destpêkirin. Bavê Ahmed Zahîr Ahmed wiha dibêje, "Kurê min ji ber sedemên siyasî û bi rengekî kêfî destgîr kirin û avêtin girtîgehê."