Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Rêberê Gelê Kurd hevdîtina bi CPT re red kir

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê diyar kir ku têkildarî rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ti agahî li ber destê wan nîne û got, "Me bihîst ku Birêz Ocalan di dema serdanê de hevdîtina bi CPT re red kiriye."

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Têkildarî şert û mercên ku muwekîlê me tê de ye, agahiya me nîne" û işaret bi serdana CPT hate kirin: "Rayedarên CPT li ser şert û mercên muwekîlên me agahiyeke biçûk jî nedane. Di heman demê de bersiv nedan pirsên me."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Me bihîst ku di dema serdanê de Birêz Ocalan hevdîtina bi CPT re red kiriye. Mixabin di hevdîtina bi CPT re me rewşeke berevajî vê agahiyê piştrast nekirine."

Daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bi vî rengî ye:

"Muwekîlê me Birêz Abdullah Ocalan ji Sibata 1999'an û vir ve, muwekîlên me yên din Birêz Hamîlî Yildirim, Birêz Omer Hayrî Konar û Birêz Veysî Aktaş jî ji Adara 2015'an û vir ve li girtîgeha giravê li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê têne girtin. Şert û mercên ku lê têne girtin li dijî mewzûata neteweyî ye û nikarin ji ti mafên bingehîn sûdê werbigirin.

Tevî ku me li ser vê mijarê gelek caran serlêdan kir û gilî kir mafên wan ên qanûnî nayê dayin. Hevdîtina herî dawî ya bi wan re hate kirin, di 3'ê Adara 2020'î de serdana malbatê bû. Ji hingî ve destûr ji hevdîtineke rû bi rû re nehatiye dayin. Salek piştî vê serdanê, ji ber zexta şert û mercên neasayî di 25'ê Adara 2021'ê de cara yekemîn derfet hate dayin ku bi telefonê biaxive. Ji muwekîlên me Birêz Omer Hayrî Konar û Birêz Veysî Aktaş ji bo şermezarkirina tecrîda li wan tê ferzkirin axaftina bi telefonê red kirin û bi telefonê neaxivîn. Axaftina bi telefonê ya Birêz Ocalan a bi birayê xwe re nîvco hate hiştin. Piştî vê têkiliya bi pirsgirêk, derfet bi dest neket ku agahî têkildarî wan bê wergirtin.

Piştî vê axaftinê, têkiliya muwekîlên me ya bi derve re di nava 20 mehên derbasbûyî de bi temamî hate qutkirin û di nava şert û mercên welê de têne hiştin ku têkilî bi ti awayî bi wan re nayê danîn. Ev yek hem li dijî nirxên hiqûqî yên gerdûnî û mewzûata neteweyî ye, hem jî tê wateya kiryara xerab û êşkenceyê. Ji bo balê bikişînin ser encamên gengaz ên vê kiryarê û pêşî lê bigirin, me gelek caran serlêdan kirin, lê mixabin nekarîn ti encamê bi dest bixin.

MEKANÎZMAYÊN KONTROLÊ TÊRKER NÎNIN

Saziyê Kontrolkariyê ya Cemaweriyê, Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê, Saziya Wekhevî û Mafên Mirovan a Tirkiyeyê, Wezareta Edaletê û departmanên pêwendîdar, her wiha gelek saziyên sivîl ên civakî ku mekanîzmeyanên lêkolînkirin û kontrolkirina qanûnî ne, di vê demê de me serî li van hemû saziyan dan.

Her wiha me serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî û saziyên jêrîn ên li dijî êşkenceyê hatine avakirin, dan. Piraniya serlêdanên me bêbersiv hatin hiştin û tecrîd jî bi dawî nebû.

Em bi bîr dixin ku wezîrê edaletê yê wê demê, sala 2019'an piştî hevdîtina bi endamên Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) diyar kir ku ji bo hevdîtinê ti astengî nîne. Maffdariya têkoşîna li dijî tecrîdê ku wê demê bi rêbaza greva birçîbûnê hate kirin, ji aliyê raya giştî ya demokratîk ve hatibû qebûlkirin. Lê belê hêz û saziyên pêwendîdar diyar kiribûn ku ev yek pirsgirêka hiqûq û demokrasiyê ye û soz dabû ku wê têkoşînê bi xwe dewr werbigirin. Lewma em dixwazin li bîra wan bixin ku em li benda bicihanîna van sozên wan e.

DIVÊ RAPOR JI RAYA GIŞTÎ RE BÊNE EŞKEREKIRIN

Hem li gorî mewzûata neteweyî hem jî li gorî hiqûqa navneteweyî nabe ku girtîgehek bi temamî ji derve re bê girtin. Girtîgeheke welê nabe ku li hevdîtinên parêzerean û malbatê hatiye girtin û mafê nivîsandin û telefonê lê nayê naskirin. Nabe ku danûstandina girtiyekî bi parêzeran re bi temamî bê birîn. Her wiha şertekî hiqûqî ye ku destûr ji rê û rêbazên danûstandinan di her şert û mercî de bê dayin.

Lê belê tevî vê yekê jî di nava 20 mehên dawî de hevdîtina bi muwekîlên me re li aliyekî, em nikarin agahiyê jî ji wan werbigirin. Saziyên Şopandina Girtîgehên Bajêr ku li gorî şertên qanûnî divê 2 mehan carekê serdana girtîgehê bike, çavdêrî û tespîtên xwe bike rapor, raporên xwe yên têkildarî Îmraliyê bi raya giştî re parve nakin.

TÊKILDARÎ ŞERT Û MERCÊN MUWEKÎLÊN ME, TI AGAHIYA ME NÎNE

Em nizanin ku muwekîlên me dikarin agahiyan bi dest bixin yan na, sansur li ser pirtûkan têne danîn yan na, rojnameyên rojane û kovar digihêjin wan an na, dikarin televîzyon û radyoyê bi kar bînin yan na. Tevî vê yekê em zanin ku ji ber qedexeya serdanê ku cezayên dîsîplînê weke hincet tê nîşandan, muwekîlên me ji mafên xwe yên hevpar bêpar têne hiştin. Di raporên CPT de jî hate destnîşankirin ku cezayên dîsîplînê 'ji bo xapandinê' ne û nayên qebûlkirin. Bi kurtasî bi biryarên polîtîk û zextên li dijî hiqûqê 20 meh in bi ti awayî agahiyên me ji şert û mercên girtinê yên muwekîlên me Birêz Abdullah Ocalan û yên li gel wî têne hiştin, nîne.

'ME BIHÎSTIYE KU ABDULLAH OCALAN BI CPTÊ RE HEVDÎTIN NEKIRIYE'

Di vî warî de ji bo ku fikarên me yên derbara tecrîda mutleq ji holê were rakirin tekane têkilîdayîna watedar ev bû ku CPT’ê di 20-29’ê Îlona 2022’an de serdana Tirkiyeyê kiribû. Armanca serdana CPT’ê li ser navendên paşveşandinê bû û ligel ku di bernameya wê de tunebû Îmrali jî tevlî vê serdanê kir.

Herçiqas ev serdan navenda daxwazên me yê ji bo CPT’ê ye jî, geşedanên beriya vê serdanê û piştî vê serdanê fikarên me zêdetir kiriye. CPT’ê bersiveke erênî da daxwaza me ya civînê û di 13’ê Cotmeha 2022’an de civîneke rû bi rû pêk hat. Di vê hevdîtinê de rayedarên CPT’ê der barê şert û mercên muwekîlên me de tu agahî nedan me û tu bersiv jî nedan pirsên me. Di hevdîtina ku bi qasî 45 deqeyan dewam kir de, derbarê her pirsên me prosedura CPT’ê bi bîr xistin û bi tenê diyar kirin wê derbarê serdanê raporekê amade bikin vê raporê pêşkêşî Tirkiyeyê bibin û heke Tirkiye qebûl bike ew ê karibin vê raporê pêşkêşî raya giştî bikin. Em ji tecrubeyên xwe yên berê dizanin ku ev prosedur tê wateya ji salekê heta sal û nîvekê. Lê belê ji ber ku agahî nayên stendin, pêvajoyeke wisa wê bibe sedema xisarên ku telafiya wan tune. Helbet haya me ji peyman û prosedurên CPT’ê hene. Em 20 meh in nikarin agahiyan ji muwekîlên xwe û şertên wan ên girtîgehê werbigirin û em dizanin ku ev prosedur nabe ku pêşiya agahdarkirinê bibe asteng. 

Her wiha me bihîst ku di Îlona 2022’an de dema CPT’yê çû Girava Îmraliyê birêz Ocalan tevlî hevdîtinê nebûye. Mixabin di hevdîtina me ya bi CPT’ê re, me nekarî berovajî vê agahiyê piştrast bikin. Her çiqas taybetmendiya serdanên CPT'ê hevdîtinên taybet ên bi girtiyan re ye, rastbûna gotineke bi vî rengî wê serdana CPT'yê zêdetir bide nîqaşkirin. Ji ber van sedeman, hem serdana dawî ya CPT’yê û hem jî hevdîtina me ya dawî ya bi CPT’ê re, li şûna ku fikarên me kêm bikin fikarên me zêdetir kiriye. Divê CPT derbarê serdana xwe ya Girava Îmraliyê agahdariyê bike, ev jî ji ber nirxên wê yên sazîbûnê û hiqûqa navneteweyî hewce dike. 

DIVÊ TECRÎD WERE QEDANDIN Û SERDAN PÊK WERIN 

Agahiyên demkî û daxwazên me yên ji CPT'yê re dewam dikin. Her wiha ji bo ragihandina cîddîbûna rewşê û agahiyên zelal werin parvekirin, ji bo hevdîtina bi wezîr re me serî li Wezareta Edaletê jî daye. Ji bo ku parêzer karibin biçin hevdîtinê em serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê , Hakîmtiya Înfazê û rêveberiya girtîgehê dixin û ev serlêdan bênavber didomin. 

Di vê çarçoveyê de daxwaz û israra me ya li ser danîna mafên destûrî û pêwîstiya hiqûqa gerdûnî heye ku muwekîlên me demildest bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin, saziyên pêwendîdar bi erênî bersivê bidin daxwazên me û li gorî erkên xwe agahiyên pêwîst bidin û ev daxwazên me bênavber didome. Em bi baweriya xwe ji raya giştî re radigihînin ku her kesê alîgirê maf û azadiyên bingehîn e, ji bo guherandina vê rewşa dijmirovahî wê hesasiyeta pêwîst nîşan bide û pêvajoyê bişopîne."