Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd serî li AYM’ê da

Serlêdanên ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bi awayek kêfî têne redkirin. Li ser vê yekê parêzeran serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dan.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, piştî erdhejên ku di 6'ê Sibatê de li Mereşê çêbûn, ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên di Girtîgeha Îmraliyê de Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş hevdîtin bi malbatên xwe û parêzerên xwe re bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dabûn.

Piştî ku serlêdan nehatibû bersivandin parêzeran di 14'ê Sibatê de serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê dabûn. Dadgeriyê jî cezayên dîsiplînê derpêş kiribû ku serlêdana ji bo hevdîtinê red kiribû. Parêzeran jî diyar kiribû ku serlêdana wan ji ber karesateke xwezayî ye, lewma divê neyê astengkirin û ji ber vê serî li Dadgeha Cezayê Giran a 1'emîn a Bûrsayê dabûn. Dadgehê jî di 22'yê Sibatê de derpêş kiribû ku biryara dadgeriyê li gor "qayde û qanûnê" ye û serlêdana ji bo hevdîtinê red kiribû.

Piştî vê parêzeran îşaret bi xalên 20, 40 û 17'an ên Destûra Bingehîn "Mafê jiyana taybet û rêza li jiyana malbatê", "mafê heq û azadiyê" û "binpêkirina êşkence û eziyetê" kirin û di 16'ê Adarê de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dan.

Di serlêdanê îşaret bi qanûnên heyî ku mafên hevdîtinê yên girtî û hikumxwaran di xwe de dihewînin, qedexeya êşkence û muameleya xirab û di rewşên karesatên xwezayî de ku mafê giritiyan heye pêwendiyê bi malbatên xwe re deynin hatiye kirin.

Parêzeran di serlêdana xwe de bal kişandiye ser tecrîdê ku 24 sal in didome û xwestine mafê hevdîtinê yê bi parêzeran û malbatê re yê muwekîlên wan esas bê girtin.