Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Em bibêjin êdî bes e ji tecrîda li Îmraliyê re!

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Ji bo avakirina dewleteke hiqûqî û demokratîk, em li bendê ne ku raya giştî êdî vê rastiyê bibîne, li ber vê neheqiyê rabe û bang li her kesî dikin ku li djiî tecrîda li derveyî mirovahiyê ya li Îmraliyê bi berpirsyarî tevbigere.

Buroya Hiqûqê y Sedsalê têkildarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 23 sal in li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tê girtin û sê sal in bi ti awayî destûr nayê dayin ku hevdîtinê bike, daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku muwekîlê wan Ocalan 3 sal in nikare ji mafên xwe yên hiqûqî û qanûnî sûdê werbigire û hate gotin, ji hevdîtina dawî ya parêzeran a 2'ê Gulana 2019'an û vir ve hevdîtin bi rengekî nehiqûqî tê astengkirin.

Buroyê diyar kir ku Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven bi mebesta rakirina tecrîda girankirî ya li Îmraliyê û hevdîtina bi Ocalan re di 8’ê mijdara sala 2018’an de dest bi greva birçîbûnê kir û ev tişt parve kirin: “Greva birçîbûnê li girtîgehan jî berbelav bû û bi hezaran girtî ketin greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger. Greva birçîbûnê ev tecrîda girankirî heta astekê şikand."

Parêzeran bi bîr xistin, ku di hevdîtinên parêzeran de yên nava 3 mehan Ocalan ji raya giştî re ragihand ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd a bi rêyên demokratîk û aştiyane amade ye û daxuyanî wiha domiya: "Her wiha greva birçîbûnê bi dawî kir. Demeke kin piştî hevdîtina parêzeran a di 2’yê Gulana 2019’an de, wezîrê edaletê bi xwe di 16’ê Gulana 2019’an de derket pêşberî kamerayan û da zanîn ku ji bo hevdîtinên parêzeran ên li Îmraliyê pirsgirêkeke hiqûqî nema ye. Lê mixabin piştî hevdîtina di 7’ê Tebaxa 2019’an de, hemû serlêdanên ji bo hevdîtinê hatine kirin red kirin. Ji wê rojê heta niha li Îmraliyê hevdîtineke bi tenê ya parêzeran çênebûye. Grevên birçîbûnê yên wê demê hatine kirin û daxuyaniyên wezîrê edaletê yên piştre nîşan didin ku di esasê xwe de li Îmraliyê ne hiqûq lê polîtîkayên îradeya siyasî diyarker e.

Ji hevdîtina di 27’ê Tîrmeha sala 2011’an heta hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmeha 2016’an, di nava 5 salan de hemû serlêdanên parêzeran ên ji bo hevdîtinê ji hêla rayedaran ve bi hinceta ‘rewşa hewa xerabe’ yan jî ‘keştî xerabe ye’ hatin redkirin. Piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê Rewşa Awarte (OHAL) hat ragihandin û Dadgeriya Înfazê ya Bursayê weke karê destpêkê biryar da ku hevdîtina parêzaran a li Îmraliyê bê qedexekirin. Piştre jî bi awayekî derhiqûqî, bi biryarnameke OHAL’ê pêşiya van qedexeya hate vekirin û hewl dan kirasekî ‘qanûnî’ li van qedexeyan bikin. Bi vê yekê re di pergala hiqûqê ya Tirk de cara ewile ku bi guhertina nû re nûnertiya şexsan a li ser parêzeran hate bisînorkirin. -li Îmraliyê di fiîliyaetê de bi tevahî hate rakirin-  Ji bo ku nîşan bidin bê ka pergala tecrîdê ya li Îmraliyê bandoreke çiqas neyînî li ser pergala hiqûqê dike, em dixwazin vê bibêjin; guhertina ku ne mafê parêzeran ê şexsan lê parastina parêzeran a miwekîlan qedexe dike, di sala 2004’an de bi hedefgirtina miwekîlê me Abdullah Ocalan hatibû derxistin. Çawa ku ev xala qanûnê kete meriyetê, ji bo 15 parêzerên Ocalan biryara qedexeya hevdîtinê ya heta salekê hat dayîn. Di demên piştre de jî bi hinceta vê qanûnê gelek caran ji bo hevdîtina parêzaran a bi birêz Ocalan re biryarên qedexeyê hatin derxistin.

Wezîrê edaletê di sala 2019’an de got; ‘Li pêşiya hevdîtina Ocalan a bi parêzerên xwe re êdî tu pirsgirêkeke hiqûqî nema ye.’ Lê Dadgeriya Înfazê demeke kin piştî 15’ê Tîrmeha sala 2016’an, OHAL ji xwe re kir hincet û biryara qedexeya hevdîtinê ya ji bo 6 mehan da ku ev qedexeye her tim tê dirêjkirin. Ji wê dîrokê heta niha jî ev qedexe bi awayekî rêk û pêk tên domandin. Bi hinceta qedexeya hevdîtinê ya ji bo 6 mehan jî nahêlin em bi miwekîlên xwe birêz Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konari, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim re hevdîtinê bikin. Em dixwazin destnîşan bikin ku ev biryarên qedexeyê, tu şertên xala eleqedar a li Qanûna Înfazkirina Ceza hatiye zêdekirin di xwe de nahewîne ku ji bo cezayan li hiqûqê bînin hatibû zêdekirin.

Yek ji mînakên herî şênber ên ku nîşan dide bê ka pergala tecrîdê ya li Îmraliyê çiqas keyfî û derhiqûqî ye jî ev e; ji bilî birêz Ocalan her sê miwekîlên me yên din di Çileya sala 2015’an de anîn Îmraliyê. Ji wê rojê heta niha her hefteyê ji bo hevdîtinê serlêdan tên kirin lê heta niha yek carê jî bi parêzerên xwe re hevdîtin nekirine. Lê beriya ku bînin Îmraliyê, li girtîgehên ku lê dihatin ragirtin û statûya wan û ya Girtîgeha Îmraliyê heman e, beriya ku sînorekê demê hebe di nava hefteyê de her roj dikariyan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin.

Miwekîlê me di nava şert û mercên giran de tê ragirtin û di nava 11 salan de me tenê 5 caran karî pê re hevdîtinê bikin û ev 17 meh in jî em tu agahiyan jê nagirin. Weke parêzerên wî em di serî de baroyan, bang li hemû rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê û raya giştî dikin û diprisin; ‘Gelo ma dibe ku ev rewş rewşeke asayî bê dîtin? Ma girtîgeheke mîna Îmraliyê ku yek sivîlek nikare gavekê biavêje li welatekê ku di Makeqanûnê wê de ‘dewleta hiqûqê’ tê nivîsandin dibe? Gelo ma dibe ku pergala hiqûqê jî mîna pergala tecrîdê ya Îmraliyê weke çalereşeke asayî bê dîtin? Dê civaka Tirkiyeyê heta kengî li hemberî vê bêhiqûqiya li tu devera cîhanê neyî bêdeng bimîne û rastiyan jinedîtî ve bê?’

Em dixwazin bi bîr bixin ku pergalên hiqûqê rewşên wiha yên ‘îstîsna’ nikarin heta demeke dirêj ragirin. Piştî demekê li seranserî pergalê belav dibe û pergalê dixe rewşeke wisa ku nikare bixebite. Rewşa civakî, siyasî û aborî ya îro li Tirkiyeyê jî nîşaneya vê rastiyê ye. Ji bo aştiya civakê û dewleteke demokratîk û hiqûqê, divê tevahiya raya giştî vê rastiyê bibîne û ji vê neheqî û bêhiqûqiyê re bibêje êdî bes e. Banga me li her kesî ew e ku li dijî tecrîda dermirovî ya li Îmraliyê bi berpirsyarî û baldarî tevbigerin."