Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bertek nîşanî hikûmetê da

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bertek nîşanî hikûmetê da

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê diyar kir ku, daxuyaniya Alîkarê Serokê Giştî yê AKP'ê Huseyîn Çelîk ên têkildarî destûra parêzeran nadin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinan bikin, "cahîlane" ne. Parêzaran da zanîn ku, CPT û DMME ya ku li hemberî tecrîdê bêdeng ma jî bêbawerbûne.

Buroya Hiquqê ya Sedsalê ya parêzeriya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dike, têkildarî hevdîtinên bi muwekîlê xwe re ji ya 27'ê tîrmeha 2011'an heta niha nakirin daxuyaniyeke nivîskî da. Parêzeran diyar kir ku muwekîlê wan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji sala 1999'an de heta niha di bin pergala îşkeceyê ya di cihanê de tuneyî li Girtîgeha Girava Îmraliyê tê girtin.

Parêzeran destnîşan kir ku, ji tîrmeha 2011'an de heta niha pergal îşkenceyê hêj girantir bû û hevdîtinên bi parêzer û malbatê re bi temamî hatin astengkirin û birîn. Parêzeran da zanîn ku, hevdîtinên parêzeran bi ferman hikûmetê hatin astengkirin û wiha gotin: "Destûra mafê mirovan yê bingehî yê hevdîtina parêzer û muwekîl ne ji serokwezîr, wezaret û tu meqamên din nayê girtin."

'CPT Û DMME LI HEMBERÎ BÊPEYWIRDARIYA HIKÛMETÊ BÊDENGIN'

Parêzeran da diyarkirin ku, tu peywira hikûmetê ya wisa ne di zagonan ne jî di makezagonê de heye lê ligel vê yekê hikûmetê hevdîtinên bi muwekîlê wan re astengkirin. Parêzeran da zanîn ku, Serokwezîr û hikûmet gelek caran behsa rêgeza hiqûqê ya dewletê dikin û wiha gotin: "Her tim serokwezîr û rayedarên hikumetê behsa rêzgeza dewletê ya hiqûqê dike. Lê li gel tu mafê wan ê astengiya parêzer û muwekîl tuneyî rêgeza dewletê ya hiqûqê binpê dikin. Bi awayekî zelal sûc dikin û berdewamiya vê yekê hêj jî dikin. Saziyên navneteweyî yên li dijî îşkenceyê yên weke CPT û DMME'ê û saziyên din li hemberî vê îşkenceyê bêdeng dimînin. Ev yekê bêbaweriya li hemberî van saziyan pêk tîne."

'DAXUYANIYÊN HUSEYÎN ÇELÎK CAHÎLANE NE'

Parêzeran daxuyaniyên rayedarên hikûmetê yên demên dawî bi bîrxistin bertek nîşanî daxuyaniyên Alîkarê Serokê Giştî yê AKP'ê Huseyîn Çelîk ên "Dozên Ocalan bi dawîbûne. Dozekî vala li DMME'ê heye. Ji ber ku doza wî tuneye hevdîtinan nadin kirin" da û anîn ziman ku ji bo bertekên di civakê de pêk tên kêm bikin wisa diaxivin. Parêzeran aşkerakir ku, tu bingeha hiqûqî ya van "daxuyaniyên cahîlane" tuneye û derbarê dozên Ocalan ên berdewam dikin wiha gotin: "Hevdîtina parêzer û muwekîl di hiqûqa mafê mirovan a navneteweyî û hiqûqa navxweyî de hatiye parastin û ji bo ev maf pêk bê pêdivî bi doz heye an bi dawîbûye tuneye û destûr ji tu kesî nayê girtin. Girtî û hikûmxwar xwedî mafê her tim bigihije parastinê ye. Li gel vê yekê gelek dozên muwekîlê me Ocalan hene. Niha li DMME'yê 6 dozên muwekîlê me hene û didomin. Di hiqûqa navxweşiyê de didomin û her tim hewcehî bi parstiyê heye."

JI PARÊZERAN BERSIVA ÎDÎAYÊN HIKÛMETÊ YÊN 'QASID'

Parêzeran destnîşan kir ku, argumana rayedarên hikûmetê ya raya giştî bixapîne ya din jî parêzer "qasidiyê" dikine. Parêzeran diyar kir ku ji sala 1999'an heta niha li hemberî Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ya ku nûnertiya hiqûqî ya Ocalan dike ev îdîa tên gotin. Parêzeran anî ziman ku, lê heta niha tu parêzeran ji van gotina ceza negirtin e û wiha gotin: "Lê piştî tîrmeha 2011'an a li hemberî muwekîlê me Ocalan tecrîda giran hate destpêkirin bi fermana Serokwezîr di 22'yê mijdara 2011'an de li hemberî parêzeran operasyon hate destpêkirin û 47 parêzer hatibûn binçavkirin. Di encama vê operasyona siyasî de hemû parêzerên parastina Birêz Ocalan dikirin hatin binçavkirin û hatin girtin. Bi vê operasyonê mafê mirovan ê herî bingehîn jî li hemberî Birêz Ocalan weke şantaj hate bikaranîn. Di dosyaya parêzeran de tu delîlên hiqûqî yên şênber tunene."

'DEMILDEST TECRÎDÊ RAKIN'

Parêzeran diyarkir ku, ligel şertên giran ên li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd kedekî mezin da û têkildarî rewşa muwekîlê xwe de wiha agahî dan: "Hemû raya giştî dizane ku, Birêz Ocalan li gel şertên giran ên Îmraliyê dixwaze pirsgirêka Kurd bi riyên aştiyane û demokratîk çareser bike û ji bo vê yekê kedê dide. Îdîayên rêxistinê rêve dibe û fermana çalakiya dide rast nînin. Ji dîroka tecrîdê dest pê kir heta niha di pevçûnan de zêdehî hezaran kesan jiyana xwe ji dest da. Tecrîda li ser Birêz Ocalan ji bilî şer û rondikên çavan tu tiştên din bi xwe re ne anî." Parêzeran wiha bang li rayedarên hikûmetê kir: "Divê rayedarên hikûmetê dawiyê li îşkenceya li dijî mirovahiyêk ya li hemberî muwekîlê me Birêz Ocalan pêk tîne, bîne û astengiyên li pêşiya hevdîtinan rabikin. Ji bo vê yekê em bang li hemû parêzvanên mafên mirovan û raya giştî ya bihestiyar dikin."