Buroya Hiqûqê ya Asrin li ser qedexekirina ziyaret, ragihandina nivîsî , hevdîtinên telefonê yên li bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê, nerazîbûn nîşan da, got; “Di biryarê de tevî biryarek nîne ku hevdîtina bi parêzer re sînordar bike, halêhazir, li gor yasayan jî sînordarkirina hevdîtina wekîl-muwekîl nabe mijara gotinê.”
Buroya Hiqûqê ya Asrin di daxuyaniyê de ev gotin: “Hakimtiya înfazê ya navborî têkîldarî muwekîlê me de dibêje, ‘di vê pêvajoyê de dikare emir û talîmatên ku welatê me bixe zorê bide rêxistinê…’ Lê, Rêzdar Ocalan ku raya giştî jî ji nêz ve dinase, di salên dawî de bi hemleyên polîtîk û pêşdîtinên xwe ve gelek caran welat ji kaos, krîzê rizgar kiriye. Lewre, pênaseya heyî jî rastiya polîtîk a muwekîlê me berevajî dike.
1’emîn Hakîmtiya Înfazê ya Bûrsayê biryara sînordarkirinê dispêre xalên 114/2-3, 115/1-b û 59/4. a Yasaya têkîldarî Tevdîrên Ceza û Ewlehiyê ya nimro 5275’an. Xalên 114/2-3 û 115/1-b yên biryara sînordarkirinê dispêrênê, di bin navê “Mafên Girtiyan û Tevdîrên Sînordakirinê” hatiye rêkûpêkkirin û ne ew rêkûpêk in ku ji bo cezaxwawriyan be. Ev rêkûpêkkirinên ku li ser esasê mantiqê “selameta lêpirsînê” ji bo tenê girtiyan hatine çêkirin, ti têkîliyên xwe yên hiqûqî bi muwekîlê cezagirtî re nîne. Li holê ye ku der heqê muwekîlê me de li ser esasê xalên li jor ti lêpirsîn nînin. Em dixwazin careke din bi vê boneyê bi bîr bixin ku muwekîlê me di çarçoveya yasayan de cezagirtî ye.
Xala 59/4 ya ji bo biryara sînordarkirinê kirine spartek jî bi temamî rêkûpêkkirinek têkîldarî naveroka hevdîtinên parêzer-muwekîl ên li girtîgehan e û ev maf bi xwe, cewherê wê bi temamî ji holê raneke.
Dema mirov li biryarên sînordarkirinê yên di bin 4 navan de hatiye rêzkirin binêre, bi giştî sînordarkirina ziyaret û mafê ragihandinê ye. Lê, di biryara heyî de tevî biryarek nîne ku hevdîtina bi parêzer re sînordar bike, halêhazir, li gor yasayan jî sînordarkirina hevdîtina wekîl-muwekîl nabe mijara gotinê.
Em ji dîroka nêz jî dizanin ku di serî de 3 pêvajoyên darbeyê yên li welatê me, di ti demên rêveberiya awarte û rewşa awarte de hevdîtinên parêzeran ên li girtîgehan nehatine astengkirin. Sînordarkirina hevdîtina bi parêzeran re cara yekem ew sepanînek derhiqûqî ye ku bi muwekîlê me re dide der.
Em bi raya giştî re parve dikin ku em îtîraza xwe ya li dijî vê biryara derhiqûqî di demek herî nêz de bikin û wek parêzerên buroyê ji bo em karibin bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin, em ê her roj serlêdanê bikin.”