Bûldan, Yildirim û Karay hatin bibîranîn: Dewlet hê jî qetil dike
Karsazên Kurd Savaş Bûldan, Adnan Yildirim û Haci Karay hatin bibîranîn ên ku piştî revandinê hatibûn qetilkirin.
Karsazên Kurd Savaş Bûldan, Adnan Yildirim û Haci Karay hatin bibîranîn ên ku piştî revandinê hatibûn qetilkirin.
Karsazên kurd ên ku di 2'yê Hezîrana 1994'an de ji Otela Yeşîl Çinarê hatin revandin û di 3'yê Hezîranê de hatin kuştin, Savaş Bûldan, Hacî Karay û Adnan Yildirim li ser gorên xwe hatin bibîranîn. Serokwekîla Meclîsê Pervîn Buldan, parlamenterên HDP'ê Osman Baydemîr, Sirri Sureyya Onder, Celal Dogan, Dayikên Aştiyê û gelek kes beşdarî merasîma cenaze bûn. Merasîmê bi rêzgirtinê destpê kir.
BÛLDAN: HEMAN SÛC ÎRO JÎ TÊN KIRIN
Pervîn Bûldan a di merasîmê de axivî diyar kir ku Savaş Buldan, Hacî Karay û Behçet Canturk ên beriya 23 salan hatin revandin piştre çermê wan hatibû gurandin, bi êşkenceyên hovane hatin qetilkirin. Bûldan anî ziman ku ji 1994'an heta 2017'an li Tirkiyeyê tiştek nehatiye guhertin, kuştinên kiryar nediyar, înfazên bêdaraz îro polîtîkayên sîstematîk ên ku dewletê daniye pêşiya xwe ye. Bûldan wiha got: "Demekê ji aliyê JÎTEM, Kontrgerîlayê ve cînayet pêk dihatin niha di bin çavdêriya hêzên ewlehiyê, leşker û polîsan ev yek tê kirin." Bûldan anî ziman ku feraseta duh û û ya îro ji hev cuda nîne û wiha berdewam kir: "Yên ku kuştinên kiryar nediyar kirin û yên ku Sûr, Gever şewitandin, li Cizîr û Sîlopiyê qetlîam pêk anîn cuda nînin. Hemû têkoşîna me ev e ku bila cînayetên salên 90'î nebin. Ji bo zarok sewî nemînin em têkoşiyan. Îro jî li Cizîrê, li Sîlopiyê zarok sewî dimînin."
Bûldan diyar kir ku ligel ku li Meclîsê ne jî komîsyona edalet û lêkolînê nehatiye avakirin, ger ku dixwazin bi gelê Kurd re li hev bên bi ronîkirina van her sê cînayetan dikarin dest pê bikin. Bûldan got ku ti hêviya wan bi edalet û hiqûqa li Tirkiyeyê tuneye û eger edalet bihata xwestin îro ev qetlîam û mirin pêk nedihat. Bûldan destnîşan kir ku baweriya wan ew e ku ew ê bi têkoşîna gel ve azadî û aştiyê bînin Tirkiyeyê û spasiyên xwe bi welatiyên beşdar bûne kir.
BAYDEMÎR: HÛN Ê JÎ BI SER NEKEVIN!
Berdevkê HDP’ê Osman Baydemîr jî axivî û got: “Em ê li hemberî qedexeyan têbikoşin, em ê kuştinên kiryarên wan ne diyar, ronî bikin. Bila ti gumana wan tune be, yên beriya wan bi ser neketin ew ê jî bi ser nekevin. Ji ber ku li hemberî wan dozeke mafdar heye.”