Bûldan: Wê berxwedêr bi ser bikevin

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan got ‘Dîrok ne ya tirsonekan e, ya dilên wêrek e’ û diyar kir ku wê siyaseta rêya sêyemîn bi ser bikeve.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê bi hevserokên bajêr ên partiya xwe re civiya.

Bûldan di civînê de got “We bi hêza xwe hêz da me û cesaret li cesareta me zêde kir. Di vê serdemê de HDP’bûyîn xwedî wateyeke mezin e, hûn bi biryardariyeke mezin xwedî li têkoşîna demokrasiyê derketin û we peywirên xurt stendin.”

‘HDP HÊZA AVAKER YA JIYANA AZAD E’

Di axaftina Bûldan de ev tişt derketin pêş “Hemû hevalên li vê derê ruhê Denîz, Mahîr, Îbo û Mazlûman bi têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelên Tirkiyeyê dike yek. Tişta ku HDP’ê dike partiya hêviyê ev tişt e. Hemû hevalên li vir û ên nikarine bên vê derê navê xwe li rûpelê dîroka têkoşînê nivîsandine. Ji ber wêrekiya we û baweriya we ya bi HDP’ê ez we pîroz dikim. HDP rêyek be hûn jî kedkarên vê rêyê ne. We ji niha ve dahatûya partiya me dîtiye.

HDP ji bo demokrasiyeke xurt, edaleteke rastîn û aştiyeke adilane, hêza avaker a jiyana azad e. Avakirina demokrasiyeke xurt ji herêm û bajaran dest pê dike. Wê dawiya vê meşê teqez serkeftina mûtlaq û serfirazî be. Ji ber ku li pişt me têkoşîneke xurt û berxwedan heye.

Me di 8’ê Adarê û Newrozê de jî dît. Di 8’ê Adarê de jinan îradeya xwe ya xurt nîşan dan. Jinan careke din nîşanî gelên Tirkiyeyê dan ku wê ev welat û civak bi saya têkoşîna jinan azad bibe. Jinan careke din nîşan dan ku wê ev pergala xerab bi saya têkoşîna jinan biguhere. Li ba jinan têkçûn tunebû, berxwedan hebû. Tirs tunebû cesaret hebû.

Cesaret û biryardariya 8’ê Adarê di Newrozê de zêdetir bû. Me careke din di Newroza 2021’an de dît ku Newroza 2021’an li hemberî kesên naxwazin îradeya gel bibînin, beyankirina îradeyê ye. Kesên li gorî hişyariya gel tevnegerin wê derbên mezin bixwin.”

HDP LI HEMBERÎ FAŞÎZMÊ HÊZ E

Bûldan diyar kir ku fikra HDP’ê li ser vê axê bi awayekî mezin kok vedaye û got “Li her derê em dibin şahidên vî tiştî. HDP ji partiyeke siyasî wêdetir teşeya jiyana berxwedêr e. Navê serbilindiyê ye. HDP rêyek e û ev jî meşeke xwedîrûmet e. HDP li hemberî faşîzmê serkeftina demokrasiyê û dengekî xurt ê aştiyê ye. Desthilatdarî çi bike jî HDP li ser pêyan e, wê hêza bloka desthilatdariyê têr neke ku ev keleh bikeve. Herî dawîn xwestin partiya me bigirin. Em armanca dorpêçkirina li ser partiya me baş dizanin. Desthilatdarî bi girtina HDP’ê re dixwaze Tirkiyeyê bigire.

EM LI BER XWE BIDIN EM Ê BI SER BIKEVIN

Ji ber ku em cesaret û hêza gelan in, me dikin hedef. Ji ber ku hêza me heye em pergala wan a desthilatdariyê biguherînin, me dikin hedef. Ji ber ku em li dijî şeran in, em dibin hedef. Ji ber ku em hevkariya gelê kedkar û hejar dikin, em dibin hedef. Lê ew çi bikin jî em dev ji rêya xwe bernadin. Dibe ku di rojeva desthilatdariyê de girtin heye û dixwazin pêşiya HDP’ê bigirin. Lê di rojeva me de jî demokrasiya xurt û doza edaleteke rastîn heye. Rojeva me gel e û rêya gel e .Hêz û biryardariya me heye ku em van astengiyan derbas bikin. Temenê faşîzma AKP û MHP’ê li ber qedandinê ye. Vê tifaqa qirêj li ber hilweşandinê ye. Êrîşkariya wan ji ber tirsa wan a hilweşandinê ye. Partiya me di şertên herî xerab de berxwedaneke dîrokî nîşan daye û faşîzm daye sekinandin. Di hilbijartinên 7’ê Hezîranê, 31’ê Adarê û 23’ê Hezîranê de em dibînin. Di her hilbijartinê de me wekî peywir daye ber xwe ku em wan têk bibin. Em ê li ser rêya xwe bin.

Heta ku bawerî û hêviya me hebe, tu hêz nikare me têk bibe.Li hemberî bloka dewletê em ê siyaseta rêya sêyemîn mezintir bikin û tifaqa demokrasiyê geştir bikin. Heke zilm hebe wê li hemberî zilmê têkoşîna mezin a gelên bindest jî wê hebe. Dîrok ne ya tirsonekan e, ya dilên wêrek e. Dem dema HDP’ê ye. Ew roj nêzik in ku em ê bi hev re bi ser bikevin. Bihara demokrasiyê nêz e.”

Piştî axaftina Bûldan, civîn ji çapemeniyê re girtî, didome.