Bûldan û Temellî ji bo Vefa Kartal bang kirin
Bûldan û Temellî diyar kirin ku Vefa Kartal bi çalakiya rojiya mirinê ya 90 rojan bi ser ketiye û banga bidawîkirina çalakiyê li Kartal kirin.
Bûldan û Temellî diyar kirin ku Vefa Kartal bi çalakiya rojiya mirinê ya 90 rojan bi ser ketiye û banga bidawîkirina çalakiyê li Kartal kirin.
Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî ji bo girtiyê nexweş Vefa Kartal ku 90 roj e di greva birçîbûnê de ye û ji bo raya giştî ya demokratîk bang kirin.
Girtiyê nexweş Vefa Kartal ji bo protestokirina politîkayên êşkence û zextan ên li girtîgehan ev 90 roj e di greva birçîbûnê de ye.
Hevserokên HDP’ê Pervîn Bûldan û Sezaî TemelLî ji bo Vefa Kartal û raya giştî ya demokratîk bang kirin.
Daxuyaniya Hevserokên HDP’ê wiha ne;
“Koalîsyona AKP-MHP’ê li girtîgehên ku berpisyar e, ji bo ji holê rakirina êşkence û mûameleya xirab, rewşên dijî mirovahî tu gav ne avêtiye û dijberî vêya rewşa jiyanê ya li girtîgehan girantir kiriye.
Rejîma AKP-MHP’ê girtîgeh ji mûxalîf, siyasetmedarên hatine hilbijartin, rojnamevan û akademîsyenan tijî kiriye û pirsgirêka wijdanî ya mirov jî girtiyên nexweş û rewşa hikmên wan e. Îro li girtîgehan zêdetî hezar girtiyên nexweş hene û zêdetirî 400’an jî rewşa wan xirabe. Bi pêkanînên girtîgehê re her roj girtiyên din nexweş dibin.
Yek ji girtiyên nexweş Vefa Kartal ku ev 24 sal e di girtîgehê de ye ji bo balê bikêşe li ser zextan ev 90 roj e di greva birçîbûnê de ye. Rewşa Kartal kritîk e û hişê wî girtiye. Kartal berpiryariyek giran li xwe girt û bi serketî bal kişand li ser pirsgirêkan. Ev helwesteke gelek bi nirxe.
Tevî hemû êşên me kêşayin tehemûla me û ya civakê nîne ku ji girtîgehê tabûtek din were derxistin.
Em hay jê hene ku tenê bi têkoşînê wê pirsgirêk werin çareserkirin. Em tu daxwazan ji kesê nakin. Baweriya me ji hêza me, hesasiye, bi biryarbûn û bihestiyarbûna gel tê.
Berxwedana Vefa Kartal gelek binirx e, em daxwaz ji Kartal dikin ku berî encamên giran ji bo civakê ava bibe dawî li çalakiya rojiya mirinê bîne. Em bang li raya giştî ya demorkatîk dikin ku li dijî vî dengî bi hestiyar bin û em bang dikin em ê têkoşîna Kartal ya ku dewr bike geştir bikin.”