Bûldan û Onder tevlî civîna Dîwana Serokatiya Meclîsê nabin

Cîgira Serokê Meclîsê Pervîn Bûldan û Berpirsê Kargeriya Meclîsê Sirri Sureyya Onder ji ber girtina Hevserok û Parlamenterên HDP'ê tevlî civîna Dîwana Serokatiya Meclîsê nabin.

Cîgira Serokê Meclîsê Pervîn Bûldan û Berpîrsê Kargeriya Meclîsê Sirri Sureyya Onder diyar kirin, ku ew ê tevlî civîna 25'ê Çileya 2017'an a Dîwana Serokatiya Meclîsê nebin.

Bûldan û Onder ji Serokatiya Meclîsê re daxwaznameyek şandin û bibîr xistin, ku mafê destnedana parlamenteriyê ya Hevserok û parlamenterên wan ên girtî hê dewam dike, ti astengî li pêşiya tevlîbûna wan a li nava karê qanûndanînê nîne û ji bo nirxandina vê rewşê wan beriya niha bang li Dîwana Serokatiya Meclîsê kirine.

Bûldan û Onder diyar kirin, Dîwana Serokatiya Meclîsê ev banga wan ji nedîtî ve hatiye û daxuyaniyek ji bo wan nedaye. Bûldan û Onder destnîşan kirin, ku ev helwest ne ya qebûlkirinê ye û gotin, ew ê tevlî civîna Dîwana Serokatiya Meclîsê ya roja 25'ê Çileya 2017'an nebin.