Buldan: Dawî li zordaran tê

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di kongreya partiya xwe de li Enqereyê  axivî û got: “Heke li cihekî her ku diçe zilmkarî zêde dibe, ev tê wateya ku dawiya zilmkaran tê. AKP êdî hatiye dawiya rêya xwe.” 

Rêxistina HDP’ê ya Enqereyê li Eywana Konferansê ya Vedat Dolukay 3’yemîn Konferansa xwe ya Asayî li dar xist. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan û gelek kes beşdarî kongreyê bûn. Buldan di kongreyê de axivî û peyamên girîng da. 
 
Buldan anî ziman  tevî ku nîvê rêveber û endamên partiya wan di girtîgehan de ne jî ew hêj li ser piya ne û got: “Em carek din soz didin ku em ê bi rikdarî li meydanan, meclîsê, girtîgehê û li her qadê jiyanê bêjin aştî û demokrasî. Em dizanin bi hezaran hevrêyên me li girtîgehan li têkoşîna me dinêrin. Em hemû dibînîn ku AKP bi  zilmeke çawa li hember Kurdan û gelên Tirkiyê tevdigere. Mazlûm li dijî zaliman bi serbilindî li ser piya ne û em di serdemek wiha de derbas dibin.” 
 
‘DÊ WÊ QEFLEYÊ LI DERIYÊ XWE BIXIN’ 
 
Buldan da zanîn ku ew bi ferasetek wiha re hevrû ne ku nahêlin gelê Kurd hilmê bistînin û wiha got: “Lê heta li Tirkiyê HDP û yên demokrasiyê diqîrîn hebin, rojên çûyîna van zaliman nêz e. Em wê siyaseta ku dixwazin deriyên me û siyaseta me qefle bikin dizanin û nas dikin. Lê heta niha hêj ew qefleya wê li HDP’ê bidin nehatiye afirandin. Yên dixwazin deriyê me qefle bikin, ancak dikarin wê qefleyê li deriyê xwe bixin. Êdî AKP hêdî hêdî parçe dibe û ber bi helandinê ve diçe. Êdî AKP hatiye dawiya rê. Ez dixwazim vê mizgîniyê bidim we ku dê di hilbijartina ewil de AKP û zilma xwe ya 18 salan hilweşe.” 
 
‘ÊDÎ NIKARIN VÎ WELATÎ BIRÊVE BIBIN’ 
 
Buldan axaftina xwe wiha domand: “Êdî nikarin vî welatî birêve bibin. Di serî de krîza aborî û her xerabiyê pêk tînin. Dizî, talan, bertîlxwarî û feqîriyê anîne welat. 17 salên wan talan bû û her pêkanîna xerab kirin. Vî welatî bi dizî, înkar û tunehesibandinda gelê Kurd birêve dibin. Daxwazên rewa yên gelê Kurd nabînin. Dibînin lê ji nedîtî ve tên. Dê me tune dihesibînin wê di dayîna sindoqa ewil de biçin. Em ji binaçvkirin, girtin û zextên her oj li ser gelê Kurd û HDP zêdekirine nikarin welat birêve bibin. Li dijî me polîtîkaya tasfiyeyê dane destpêkirin û hemû kirinên xwe jî diniximînin.
 
DESTÊ XWE JI SER KURDAN RAKIN 
 
Gelê Kurd li her devera ku lê dimînin bûne armanca Tirkiyê. Êrişî dibine ser Kurdan. Operasyona li dijî Sûriyê jî êrişa li dijî gelê Kurd e. Dixwazin biratiya gelê Kurd û gelên din xera bikin û demografiya herêmê biguherînin. Ne hedê tu kesî ye jiyana xelkê me yê Rojava serûbin bikin. Êdî wî destê xwe yê qirêj ji ser gelê kurd rakin. Êdî dest ji wê siyaseta hûn li ser tunekirina gelê Kurd dikin berdin. Bi sedê salan e gelê kurd li ser vê axê tune tê hesibandin û hat qetilkirin. Lê bila vê baş zanibin, sed sal in Kurd li vî welatî li ber xwe dan û wê ji niha şûn ve jî li ber xwe bidin. 
 
DAWIYA ZILMKARAN TÊ
 
Heke li cihek her ku diçe zilmkarî zêde dibe, tê wateya ku dawiya zilmkaran tê. Dawiya rê êdî xwe nîşanî AKP’ê dide. Ne pirr dûr e wê di demek nêzîk de tişta ku neyê serê rejîma yek zilamî namîne. Wê bikevin halê nehalan. AKP di nava xwe de dabeş û parçe dibe. Wê di demek nêzîk de bêjin em nikarin welat birêve bibin. Lê pêdiviya me bi têkoşîna hevpar heye.”