Buldan: Sedema krîzê tecrîda li ser Ocalan e
Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan tevlî Kongreya Bajêr a Derasayî ya 2’yan a Mêrsînê bû. Buldan bal kişande ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, got, ‘’Sedema krîzê tecrîd e’’.
Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan tevlî Kongreya Bajêr a Derasayî ya 2’yan a Mêrsînê bû. Buldan bal kişande ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, got, ‘’Sedema krîzê tecrîd e’’.
Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan di Kongreya Bajêr a Derasayî ya 2’yan a Mêrsînê ji partiyiyan re axivî. Buldan got sedema krîza li Tirkiyê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.
AKP NIKARE RÊ VE BIBE
Buldan bal kişande ser krîza aborî, civakî û siyasî ya li Tirkiyê, got krîza her roja ku diçe girantir dibe û domand, ‘’Ev krîz nîşana wê ye ku hikûmeta AKP’ê nikarê rêveberiya welatî bike. Heke li vî welatî krîz hebe, ên ku vê krîzê tine dihesibînin ji Qesrê dinerin. Ên ku dibêjin, ‘krîz mrîz tine’, ji pencereya Qesrê li vî welatî dinerin.’’
‘SEDEMA KRÎZÊ TECRÎDA LI SER OCALAN E’
Buldan got sedema krîza berdest tecrîda li ser Ocalan e û got, ‘’Sedema vê krîzê tecrîda girankirî ya li ser Rêzdar Oalan e ku li Girtîgeha Imraliyê hatiye sazkarkirin. Ev nêzî 20 salan e ku em behsa tecrîdê dikin. 2011-2015’an di pêvajoya çareserî û muzakereyan de, dema ku bi Ocalan re hevdîtin hebûn, li vî welatî me şahidî li aramî, hêviyê
Em baş pê dizanin, gotinên rêzdar Ocalan ku di serî de ji bo problemên Tirkiyê ji bo problemên Rojhilata Navîn dibû çareserî, ji bo manîfestoyeke wiha bû ku siyaseta Tirkiyê, Rojhilata Navîn diyar dikir, ji vê pêvajoyê tirsiyan. Di pêvajoya çareseriyê de me dît ku cenaze nehatin vî welatî, ne yên leşkeran, ne yên polîsan û ne jî yên gerîla û mirovên sivîl. Rêveberên vî welatî ne aştî lê tercîda xwe li ser şer kirin. Li welatî wiha ku mirov dimirin, ti maneya hezkirina li qoltixê tine. Ti qoltix ji jiyana mirov ne hêjatir e. Em li gel her tiştî ji ber hewcehiya welêt a bi aştî û demokrasiyê em ê di rewşa faşîst de jî tim behsa aştî û azadiyê bikin.’’