Bûldan: Rêya sêyemîn raya giştî ya demokratîk bixwe ye

Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan di civîna koma partiya xwe de ya Meclîsê axivî û bal kişande ser siyaseta rêya sêyan û got, “Rêya sêyan, raya giştî ya demokratîk a li derveyî hêzên serdest û kedxwar maye bixwe ye.”

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di civîna koma partiya xwe de axivî. Bûldan diyar kir wan çend roj berê civîna hevserokên bajaran li dar xistine, nexşerêya xwe eşkere kirine û pêvajoya Tirkiye têde deras dibe nirxandine. Bûldan anî ziman ku tevî hemû zextên li ser HDP’ê jî bi fikr û rêxistinbûyîna xwe rêya xwe berdewam dike û rêya HDP’ê ronî û alternatîfek demokratîk e. 
 
Bûldan derbarê siyaseta rêya sêyan axivî û wiha got: “Hin kes têra xwe HDP’ê nas nakin û naxwazin nas bikin. Lê dema em qala rêya sêyan dikin demildest wek tifaqa hilbijartinê fêm dikin û dixwazin wisa maneyê bidinê. Naxêr. Niha di rojeva HDP’ê de tifaqa hilbijartinê nîne. Helbet dema ku ew roj hatin em ê nirxandinan li ser vê yekê jî bikin. Lê niha di rojeva me de nîne. Tifaqa herî mezin tifaqa demokrasiyê ye. Îro Tirkiye ber bi têkçûnekê ve diçe. Armanca me ew e ku em desthilata demokratîk ava bikin ku her kesî dixe bin ban û sîwana xwe.
 
Bi vê armancê em dixwazin bi hemû aliyên civakî û siyasî yên muxalîf, hêzên aştî û demokrasiyê, rewşenbîr, hunermend, demokrat û welatiyên xwedî wîjdan re bimeşin. Em dixwazin bi wan re hilberînin. Em bi wan re dixwazin li ber xwe bidin. Siyaseta rêya sêyan ew siyaset e ku li dijî siyaseta hêzên serdest û kedxwar e û rêya sêyemîn raya giştî ya demokratîk bixwe ye. Tevahiya bindestan e. Terzek klasîk ya muxalefetê qebûl nake. Ji bo demek kin nafikire. Ji bo têkoşîna demokrasî û azadiyê rêgezên xwe diparêz e. Polîtîkaya xwe nerm dike û wek di hilbijartinên dawî de bandora xwe dike dîrokî. Rêya sêyemîn xwedî xetek şoreşgerî ya ekolojîk, têkoşîna jin û ciwanan di xwe de dihewîne, dewletê ji bo demokrasiyê nerm dike û gelan, bindestan û demokrasiyê temsîl dike ye.” 
 
Divê ku baş were zanîn ku HDP wê serkeftina xwe her biparêz e û wê berpirsiyarî tevgigere û teqez wê di rêveberiya welat de cih bigire. Fikrê HDP’ê teqez wê di jiyana rêveberiya welat de hebe. Teqez wê xewa demokrasiyê ya gelên me pêk were. Tirkiye ber bi têkçûnê ve diçe, lê em ê destûrê nedin viya. Hiqûq û edaletê têk birine. Serdestiya parlamentoyê qedandin û kirin destê serdestiya qesrê. Qesrên edaletê veguherandin qesrên kelemçeyan. Li şûna fabrîkayan girtîgehan çêkirin. 
 
Li Girava Îmraliyê tecrîdek giran tê birêvebirin. Îmrali mînaka bêhiqûqî û bêdaletiya li welat e. Divê tecrîd li tavilê bi dawî bibe. 
 
Rojên ku wê qesr derabeya xwe bigire nêzîk in. Wê gel wisa hesab ji van zaliman bixwaze wê feleka wan şaş bike. 
 
Bi fesixkirina Peymana Stenbolê re her roja ku diçe tundî û kuştina jinan zêde dibe. Piştî vekişandina ji Peymanê heta niha 12 hezar bûyerên tundiyê çê bûne. Kujer, tundrewkar û wezîfedarên dewletê hêza xwe ji fesixkirina Peymanê digirin. Polîtîkaya dijminatiyê ya li dijî jinan berdewam dike. Hefteyek berê li Amedê bi ser Komeleya Jinan a Rosa de girtin. 8 jin hatin girtin. Lê em ê li Meclîsê û li her deverê bibin deng û rengên jinan. HDP cihê mîsogeriya jinan e.”