Bûldan: Nikarin meşa HDP’ê asteng bikin

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan got: “Çi bikin bila bikin, wê nikaribin meşa HDP’ê ya birêvebirin welat asteng bikin.”

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, di çarçoveyê “Bernameya Têkoşîna Demokratîk” de, tevlî hevdîtina gel bû. Hevdîtina gel li Qada Bazarê ya Taxa Yavûz Selîm a girêdayî navçeya Yildirim hat lidarxistin. Serokwekîlê Koma HDP’ê Salûhan Olûç, Berdevka Jinan Ayşe Acar Başaran, parlameter, endamên MYK û Meclîsa HDP’ê, Serokê Rûmetê yê Konfederasyona Yekitiya Elewiyên Ewropayê (AABF) û parlamenterê berê Tûrgût Oker, gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl û bi sedan welatî beşdarî hevdîtinê bûn.

Qada hevdîtinê bi pankartên “Li dijî şer aştî, li dijî tecrîdê azadî”, “Qeyûm darbeye, dest nede vîna min”, “Ji bo têkoşîna civakî û siyaseta demokratîk piştevaniyê xuret bikin” û “Li vîna xwe xwedî derkevin” hat xemilandin.”

Bûldan di ketina xwe ya qadê de bi berzkirina dirûşmeyan û lêxistina çepikan hat pêşwazî kirin. Buldan di hevdîtinê de xitabî gel kir û wih agot: “Ligel êrîşên heyî û pêvajoya pandemiyê, tevlîbûnek evqas xurt, encama têkoşîn û girêdanbûna bi HDP’ê re ye.”

Bûldan, bal kişand ser karesata li Giresûnê rû da û wiha pêde çû: “Em ji malbat û xizmên kesên di karesatê de jiyana xwe ji dest dan re sersaxiyê dikin û ji birîndaran re jî şîfaya xêrê dixwazin. 9 mirovan jiyana xwe ji dest dan û hîna jî mirovên winda bûyî hene. Em di serî de ji gelê Giresûnê û hemû gelê Deryaya Reş re dibêjin derbas bûyî be. Tiştên tên jiyîn ne qedere. Encama polîtîkayên desthilatdariyê ye. Di her qadê de me dijminantiya vê desthilatdariyê dît. Ev jî dijminantiya wan a li dijî derdor û xwezayê ye. Ev encama kiryarên desthilatdariyê yên li dijî gelê Deryaya Reşe.”

Bûldan, da zanîn ku pirsgirêkên li Tirkiyeyê tên jiyîn ji aliyê hemû kesî ve tê zanîn û ev nirxandin kir: “Lê lige vê yekê jî ev pirsgirêk nayin çareser kirin. Ji bo ku ev pirsgirêk bên çareserkirin, li Tirkiyeyê pêwîstî bi qanûnek bingehîn heye. Niha Tirkiye bi qanûna bingehîn a di 12’yê Îlonê de hatiye nivîsandin tê bi rêve birin. Ev bêmafiyek herî mezine. Civaka Tirkiyeyê êdî qanûnek bingehîn a nû dixwaze. Êdî civak naxwaze bi qanûna bingehîn a berê, bê birêve birin. Ev qanûn bi hevrebûna gelan asteng dike.”

Bûldan, bi bîr xist ku sedama hemû pirsgirêkên tên jiyîn, neçareserkirina pirsgirêka gelê Kurde û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Pirsgirêka Kurd yek ji pirsgirêkên herî girîng ên Tirkiye û heta ya tevahiya cîhanê ye. Ji ber ku pirsgirêka Kurd nayê çareser kirin, krîz û kaos tim xwe dubare dikin. Pirsgirêka Kurd, pirsgirêka herî mezin a vî welatiye. Rêyên wê yên çareserkirinê diyar in û çareseriya wê heye. Yên ku pirsgirêka Kurd çareser nekin, ew ê bi xwe belav bibin. Eynî mîna AKP’ê. Ji ber ku AKP’ê ev pirsgirêk çareser nekir, niha demên xwe yên dawî dijî û bi windabûnê re rû bi rû ye.”

Bûldan bal kişand ku wê nikaribin meşa HDP’ê asteng bikin û got: “Di vê mijarê de pêwîst nake civaka Tirkiyeyê bê hişyarkirin, gelê Tirkiye di ferq û zanabûna vê de ye. Ji ber ku yekan e partiya vê tîne ziman em in ji bo vê yekan e partiya di hedefa AKP’ê de HDP ye. Yekan e partiya ku AKP’ê rexne dike û li pey gotina xwe ye partiya HDP’ê ye. Ji bo vê ewqas êrîş dikin. Çi bikin bila bikin nikarin pêşiya mezinbûna HDP’ê, pêşketina HDP’ê ya birêvebirina vî welatî bigirin. Em ji bo pirsgirêkên vî welatî yek bi yek çareser bikin ketine ser rê. Em ê hê zêdetir mezin û pêş bikevin. Çiqas êrîş bikin bila bikin, çiqas bidin reşkirin jî gelê me bawerî nade wan. Li dijî her cûre êrîş û reşkirinê gelê me li ser lingan e.”