Bûldan: Ji bo pirsîna hesaban her kes li benda 31’ê Adarê ye

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan diyar kir ku kaymakamê Qereyaziyê ji bo ku gel dengê xwe nedin HDP’ê, gefan li gel dixwe. Bûldan got ku her kes li benda 31’ê Adarê ye û ew ê hesab ji AKP’ê were pirsîn.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan û heyeta li gel xwe piştî hevdîtina li navçeya Qereçobanê derbasî navçeya Qereyazî ya Erziromê bû. Hevdîtina li Qereyaziyê veguherî mitîngê û welatiyan dirûşm berz kirin û Leyla Guven silav kirin. Ewil Namzetên HDP’ê yên Hevşaredariya Qereyaziyê Melîke Goksu û Bûrhanettîn Şahîn derketin ser otobusê û gel silav kirin.

Piştre Pervîn Bûldan derket ser otobusê û gel silav kir. Bûldan anî ziman ku wek her hilbijartinê di vê hilbijartinê jî HDP xebata herî zor dike û got: “Tevî hemû zext û astengiyan jî îro va ye em bi hezaran li vir in. Heta dixwazin bila zextan bikin jî em li vir in û em ê li vir bin. Kes nikare me ji têkoşîna me ya aştî û demokrasiyê veqetîne. Çimkî em neviyên Şêx Seîd û Seyîd Riza ne. Em diçin ku derê ev coş û kelecan heye. Her kes bi kelecanî li benda 31’ê Adarê ye. Heta ku em wisa li qadan bin, wê hêza kesî negihîje ku me têk bibe. Li Tirkiyeyê herî zêde zext li HDP’ê tên kirin. Me digirin, dikujin û ceza dikin jî lê em dîsa li qadan in.”

‘TENÊ HDP DEMOKRASIYÊ DIXWAZE’

Bûldan îşaret bi girîngiya hilbijartina 31’ê Adarê anî û got: “Yek ji hilbijartina herî girîng e. Tayîp beg diçe ku derewan dike û partiya me tewanbar dike. Gunehê 81 milyon di stûyê wan de ye. Îro li qadên mitîngan tenê li dijî HDP’ê sekinîne û me tehdît dikin. Tekane partiyek heye ku li welat demokrasiyê dixwaze ew jî HDP ye û tekane partiyek heye welat vediqetîne ew jî AKP ye. Em cudakariyê naxin navbera kesî. Kî deng bide me jî û kî deng nede me jî em ji wan hez dikin. Lê em dibêjin dev ji dabeşkirina welat berdin. Şaredariyên me bi qeyûman bi rê ve dibin. Wê gelê Qereyaziyê di 31’ê Adarê de qeyûm bişîne qesrê cem Tayîp beg.”

‘BILA TU KES HENEKÊN XWE BI ÎRADEYA GEL NEKIN’

Bûldan da zanîn ku Qeymeqamê Qereyaziyê keyayên taxan tehdît kiriye û xwestiye ku dengên xwe nedin HDP’ê û got: “Qeymeqamê vê navçeyê diçe mirovan tehdît dike û ji AKP’ê re dengan dixwaze. Partiyek bi tehdîtê ji welatiyê xwe deng dixwaze gelo? Li vir keyayan kom dikin û dibêjin ‘deng nedin HDP’ê. Ez bang li qeymeqam efendî dikim; li Elkê (Bêşebapê) qeymeqamek hebû. Her roj heqaret li me dikir. Li televîzyonan digeriya û heqaret li hevalên me dikir. Tu zanî niha ew qeymeqam li ku ye? Ji FETO hat girtin û di hepsê de ye. Bila tu kes henekê xwe bi biryara gel, îradeya gel û xwereveberiya gel neke.”

Bûldan di dirêjiya axaftina xwe de bal kişand ser grevên birçîbûnê û xwest daxwaza çalakgerên greva birçîbûnê were qebûlkirin.