Bûldan: Gelê Kurd wê vê carê têk neçe

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan got, Ocalan ew lîder e ku wê çarenûsa Rojhilata Navîn biguherîne û diyar kir, Kurd wê vê carê têk neçin.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan di civîna koma partiya xwe de axivî.

Bûldan di destpêka axaftina xwe de bi bîr xist, ku salvegera 24'an a bombekirina rojnameya Ozgur Ulkeyê ye û di şexsê Ersîn Yildiz de hemû şehîdên çapemeniya azad bi bîr anî.

TECRÎD XALA SEREKE YA PÊVAJOYA FAŞÎZMÊ YE

Bûldan diyar kir, li her qadê pirsgirêk û krîzên cidî hene û got, "Desthilatdariya AKP-MHP-Qesrê welat aniye ber têkçûnê. Bêhiqûqî, bêedaletî, newekhevî, nelirêtî, talankirina îradeya gel, zext, tundî, şer, cihêkarî, dijberîkirin, yekperestî rêbazên rêvebirinê yên vê desthilatdariyê ne. Tecrîdkirina Birêz Ocalan ku 3 sal in bê navber bi tundî tê kirin, bêguman pêwendiya xwe bi vê pêvajoya tarî re heye. Xala sereke ya vê pêvajoya faşîzmê ye."

Bûldan got, mesele tecrîdkirina şexsekî nîne û wiha dewam kir: "Girtina deriyê Îmraliyê, derba li dijî tevahiya welêt e, li dijî demokrasî, edalet û îradeya jiyana bi hev re ye. Bi girtina wî derî re welat bi temamî hatiye girtin. Bêguman ê ku li Îmraliyê bi rengekî ne însanî li hucreyekî hatiye girtin, ne tenê Birêz Ocalan e. Ya rast welat bi xwe li hucreyê hatiye tecrîdkirin! Hêvî û paşeroja gelan hatiye tecrîdkirin. Ev yek xefikeke mezin e li dijî gelan. Em dixwazin bi bîr bixînin; di komploya 15'ê Sibatêa de ceribandin, lê Birêz Ocalan komplo pûç kir. Niha jî AKP bi rêya tecrîdê dixwaze komploya xwe ya 15'ê Sibatê bixe dewrê. Ne bi serê xwe vê dike, bi desteka hêzên navneteweyî dike."

OCALAN EW LÎDER E KU WÊ ÇARENÛSA ROJHILATA NAVÎN BIGUHERÎNE

Bûldan bi bîr xist ku sê sal in li dijî Kurdan lîstikek navneteweyî tê lîstin û got, "Ev lîstikeke welê ye ku dixwaze Kurdan bi bajar, xweza û bedewa wan, bi hemû destketiyên wan tine bikin. Vê lîstikê xwe li Kerkûkê, li Efrînê nîşan da. Bi hilweşandina Sûr, Cizîr, Şirnex û Geverê ew lîstika talanker dewam kirin. Bi dîlgirtina hilbijartiyan, bi tayînkirina qeyûman careke din ev lîstik hate nîşandan. Heman lîstik li Bakurê Sûriyeyê li dijî destketiyên Kurdan didome. Bi vê lîstikê dixwazin Kurdan sedsaleke din Kurdan bê statu bihêlin. Birêz Ocalan yekane lîder e ku dikare vê lîstikê têk bibe. Lewma bi rengekî ne însanî hatiye tecrîdkirin.

Birêz Ocalan kesayetekî girîng e, têkoşerek e, ramangerekî girîng e û lîderekî dîrokî ye ku dikare çarenûsa Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn biguherîne. Misogeriya jiyana bi hev re ya gelên Tirkiyeyê ye. Rejîma AKP-MHP'ê ketiye nava polîtîkayeke metirsîdar ku bi tecrîdê dixwaze gelan li ber hev rake. Em ji vê derê careke din bang li hikumetê dikin ku dev ji vê berde."

LEYLA GUVEN BI RÊBAZA GANDÎ LI BER XWE DIDE

Bûldan anî ziman, wekîla wan Leyla Guven ji bo pêşî li vê rewşa metirsîdar bigire dest bi berxwedaneke dîrokî kir û got, "Ev berxwedan berxwedana bi rêbaza Gandî ye. Ji Girtîgeha Amedê belavî temamiya welêt bûye û sînor derbas kiriye. Ev berxwedan wê teqez kilîda deriyê Îmraliyê bişikîne. Bila kes ji vê gumanan neke! Komployên beriya niha çawa hatin pûçkirin, berpirsyariya me ye ku em vê komploya îdamê ya bi tecrîdê re li Îmraliyê tê ferzkirin, têk bibin."

Bûldan bang li gel û raya giştî ya demokratîk kir ku li her cihî xwedî li berxwedana Leyla Guven derkevin û li dora daxwazên wê li hev bicivin.

Bûldan got, "Ev banga me vexwendina li meşa mezin a mirovahiyê ye. Ji bo paşeroja hevpar a gelên me, vexwendina li têkoşîna demokratîk e. Li dijî faşîzmê vexwendina bilindkirina dengê xwe ye."

KURD WÊ JI RÊYA XWE VENEGERIN

Bûldan bi dewamî got, "Em lîstika we ya mezin dibînin û zanibin ku Kurd wê ji rêya xwe venegerin. Wê teslîmî we nebin. Birêz Ocalan 19 sal in li Îmraliyê li ber xwe dide. We nekarî bihostekê jî paşve gavê bidin avêtin! Ji niha û pê ve jî hûn ê nikaribin teslîm bigirin, hûn ê nikaribin serî bidin tewandin. Hûn ê li tu cihî nikaribin pêşî li meşa gelê Kurd bigirin.

Bila dîroka şahid be; ev lîstik teqez wê têk biçe. Eger di nava Osmaniyan de dek û dolab gelek bin, dîroka gelê Kurd jî dîroka berxwedanên mezin e. Di dîrokê de ti carî zalim bi ser neketine, her tim berxwedêr bi ser ketine. Hûn çi dikin bikin, hûn ê nikaribin rêveçûna dîrokê biguherînin. Kurd wê vê carê têk neçin. Wê bi rûmetdarî cihê xwe li nava rûpelên gelan bigire."