Bûldan: Gel wê desthilatdariyê ji we bistîne!

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan diyar kir ku gel wê desthilatdariyê ji AKP-MHP'ê bistîne û got, ev yek jî bi mezinkirina têkoşînê dibe.

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, di civîna koma partiya xwe de axivî. Bûldan di destpêka axaftina xwe de, ji ber salvegera 84'an a Qirkirina Dersimê, Seyîd Riza û hevalên wî bi bîr anî.

Bûldan bal kişand ser doza Kobanê ya li dijî partiya wan hatiye vekirin û got, "Ev doz doza desthilatdariyê ya ji bo hilanîna tola hilbijartinên 7'ê Hezîranê û 31'ê Adarê ye. Dezgeh danîn. Îdîanameya ji 3 hezar û 530 rûpelî û 324 dosyayî ku delîlek jî tê de nîne qebûl kirin. Eger hûn dosyayên li ser dozên têkildarî komkujiyên bi destê DAÎŞ'ê ve hatine kirin bidin hev wê bi qasî yek ji 10 parên îdîanameya Kobanê jî nebe. Lê mixabin dema mesele HDP be bi hezaran rûpel tijî kirin. Lê belê nekarîn delîlan peyda bikin. Binerin Mehmet Eymur mikur hat. Got ku bi navê dewletê 18 kes kuştine. Vaye ji we re delîl. Lê belê lêpirsînek ji rûpelekê jî nîne."

'MÎNA DAÎŞ'Ê HÛN Ê JÎ WINDA BIKIN'

Bûldan bi dewamî got, "Hûn sûcdar in, hûn qirêj in, hûn ê nikaribin sûcên xwe, karên xwe yên qirêj bi doza Kobanê binixumînin. Hûn ê nikaribin binixumînin. Bi 6-8'ê Cotmehê hûn ê nikaribin 17-25'ê Kanûnê binixumînin. Yekane çavkaniya ku yên kûmpas danîne xwe dispêrin, derewên şahidê veşartî yên sexte ne. Lê belê tişta ku hevalên me xwe dispêrin, rastî ye. Ev doz di heman demê de doza heqîqetê ye. Û dawiya dawî wê heqîqet bi ser bikeve. Yên ku xwe li pişt şahidên veşartî vedişêrin, tirsonek, sextekar, komploger na, lê belê wê yên ku serî natewînin, bi serbilindî li ser piyan e, îradeya wan we bi ser bikeve. Komplogerên ku dixwazin doza kûmpasê ya Kobanê zû bi encam bikin û vê yekê ji doza girtina HDP'ê re bikin çavkaniyek, bila baş zanibin; hûn ê nikaribin bi ser bikevin.

Ev komplo wê li nava lingê we biegere. Xefika ku we danîne hûn ê bi xwe bikevin nav. Her ku rastî eşkere bû, wê rêxistiniya we ya li nava tarîtiya doza Kobanê eşkere bibe. Çawa ku tarîtiya DAÎŞ'ê li Rojhilata Navîn winda kir, hûn ê jî winda bikin. Hûn jî mehkûm in ku di dawiya van dozan de winda bikin. Hûn ê nikaribin paşeroja Tirkiyeyê li salonên dadgehên yên nehiqûqî û li dozên kûmpasê diyar bikin. Hêza we wê têra vê neke. Paşeroja hevpar a gelên Tirkiyeyê wê li qadan bi têkoşîna aştî, demokrasî û edaletê diyar bibe. Em dixwazin ku gelên Tirkiyeyê bi vê zanibe.

'DESTHILATDARÎ HILDIWEŞE'

Bloka desthilatdariyê ya ku li ber hilweşînê ye, bi siyasetê nikare derkeve pêşberî gel. Ji ber ku siyaseteke wan a ku karibin bimeşînin nemaye. Bi çi derdikevin pêşiya gel? Bi biryarên dadgeriyê yên nehiqûqî, bi biryarnameyên nehiqûqî, bi zext û zordariyê hewl didin tirsê berdin nava civakê."

Bûldan destnîşan kir ku mîna ew her carê tînin ziman, desthilatdariya heyî darbekar e, dijminê aştî û demokrasiyê ye û got, "Em weke HDP dixebitin, karên me dewam dikin. 11-12'ê Mijdarê li Enqereyê me meclîsa xwe ya partiyê civand. Haya me jê heye ku ji bo paşerojê û gelên Tirkiyeyê em di pêvajoyeke dîrokî de ne. Di vê pêvajoya dîrokî de, weke Meclîsa Partiyê haya me ji berpirsyariyên me hene. Bi navê HDP'ê me biryardariya xwe ya ji bo parastina gel careke din bi xurtî nîşan dan. Li dijî dozên girtinê û kûmpasê ya Kobanê, li dijî êrişên desthilatdariyê, ji Enqereyê heta Amedê, ji Edîrneyê heta Wanê endamên meclîsa me ya partiyê û desteya rêveberiya navendî, hevrêyên me û gelê me bi coşeke mezin em pêşwazîkirin, lewma em spasiyên xwe pêşkêş dikin. Her kolan, her mala ku em bûn mêvanê wê hêviya me mezintir dike.

Di vê demê de ku krîzên aborî, siyasî û civakî li pey hev rû dane, li dijî yên ku dibêjin 'Têk diçe bila têk biçe, min ya ku ji min re pêwîste wergirt' em ê welatekî ku 84 milyon mirov lê qezenç dikin bi hev re ava bikin. Em her ku bi cihêrengiya xwe bi hev re bin, wê ev sîstema dejenerebûyî her roj bêhtir nêzî bidawîbûnê bibe. HDP hêviya gelan, baweriyan, jinan, ciwanan û bindestan e. Her ku xwedî li HDP'ê tê derketin, tifaqa AKP-MHP'ê dihele. Her ku em têkoşînê mezin dikin, hilweşîn û têkçûna desthilatdariyê jî mezintir dibe.

Em zanin ku heta Kurd azad nebin gelên Tirkiyeyê azad nabe, heta jin azad nebe, mirovahî azad nabe. Bi vê bîr û baweriyê em ê rêya welatîbûna wekhev, demokrasî û aştiyê her tim vekin. Bi hevkariya têkoşînê em ê di vê rêyê de têkoşînê mezintir bikin."