Bûldan: Em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan bersiv da gefên Erdogan û got ku, “Heta ku HDP hebe, ew ê stûyê xwe ji kesî re xwar neke.”

Koma HDP'ê li meclîsê civîna xwe ya hefteyî pêk anî. Di civînê de malbatên girtiyan, nûnerên saziyên civakî û demokratîk û gelek kesên din tev li civînê bûn. Di civîna komê de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, bal kişand ser geşedanên hefteyî. Bûldan, ewil malbatên girtiyan û kesên beşdarî civinê bûn silav kir û dest bi axaftinê kir. Bûldan, diyar kir ku di 15'ê Cotmehê ji bo gelê wan û wan rojek pir girîng bû û 6'emîn salvegera avakirina HDP'ê bû. Bûldan, 6'emîn salvegera avakirina HDP'ê li her kesî pîroz kir û wiha got: "HDP partiya Elewî, Xiristiyan, Misilman, Çerkez, Kurd, Tirk, Ermen û hemû nasnameyan e yên ku li Tirkiyeyê dijîn. Li aliyekî me Mahîr Çayan, li aliyekî Şêx Bedrettîn e. Partiya têkoşîna Denîz Gezmiş, Îbrahîm Kaypakaya, Orhan Dogan, Mustafa Sûphî û Mazlum Dogan e. HDP serhildana Gezî, qêrîna Soma, hawara Dayikên Şemiyê, Dîcle, Firat, Mûnzûr û Kizilirmak e."

‘HDP BI GIRTINAN NAQEDE’

Bûldan, da zanîn ku wan tu carî li dijî zalim Dehaqan serî netewand û her dem li ber xwe da û hatin îro. Bûldan, destnîşan kir ku li dijî zilm û zordariyê ya wan rizgar û azad bike yekîtî ye û wiha got: "Em destê xwe bidin hev, em ê karibin hev azad bikin." Bûldan, navê hemû parlamenter û şaredarên ku îro girtî ne yek bi yek rêz kir û silavên xwe şand û wiha got: "HDP bi girtinan di zindanan de xelas nabe. HDP li welat û cîhanê heta aştiyê pêk bîne qê têkoşîna xwe berdewam bike. Wekîl û şaredarî bi hêz û vînan  pêk hatiye. Ji bo me erka xizmetê ye. Navê baxçeyê gelan û rengan HDP ye, hûn bi xwe ne."

Bûldan, anî ziman ku di gerên li dervê welat de rastî eleqeyek mezin tên û wiha axivî. "HDP li her derê rastî eleqeyek mezin tê. Dipirsin. Dibêjin hûn çawa wisa li ser piyan in. Em jî dibêjin hêza ma vîna gel û têkoşîn e. Têkoşîna hevpar e. HDP sîwana têkoşîna hevpar e. HDP ne tenê partiya Tirkiyeyê ye. HDP di tevahiya cîhanê de partiya herî zêde nûnertiya jinê diparêze. HDP ji bo azadiya hemû kesan ku nasnameya wan çi dibe bibe têdikoşe. HDP, mîsogeriya tevlêbûna wekhev a jinê esas digire. Di tevlêbûna siyasetê û nûnertiyê de rêgeza wekheviyê esas digire. Di şexsê hevserokatî û nûnertiya wekheviyê de Fîgen Yuksekdag û Leyla Guven hêj girtî ye. Li gel Enîs Berberoglu hat berdan jî, hêj Leyla Guven girtî ye. Dîsa Hevşaredar Gultan Kişanak girtî ye. Ev nîşan dide ku îktîdar çiqas ji têkoşîn û vîna jinê ditirse."

‘RÊZDAR OCALAN PIRA DI NAVBERA GELAN DE YE’

Bûldan bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û tekoşîna hevpar a gelan û wiha pêde çû: "Her dem me bawer kir ku em ê bi têkoşîna hevpar bi ser bikevin û em bi ser bikevin. Çawa di hilbijartinên 7'ê Hezîranê û 24'ê Tîrmehê de em bi ser ketin, dîsa em ê bi ser bikevin. Rêzdar Ocalan pira di navbera gelan de ye. Her dem ji bo yekîtiya gelan û aştiyê têkoşiya. Birêz Ocalan bi sekna xwe ya aştiyê komploya navdewletî ya 9'ê Cotmehê xera kir. Lê niha bi tecrîdê kompo berdewam dike. Ji ber vê yekê divê teqez em tecrîdê bişkînin. Divê em bêtir di têkoşîna aştî û demokrasiyê de israr bikin.

‘AKP DITIRSE KU KURD Û TIRK Û ELEWÎ WERIN BA HEV’

Heta niha bi sedan hevalên me hatin destgîrkirin û hatin girtin. Şaredar û wekîlên me hatin girtin û dîl hatin girtin. Lê em ê têkoşîna wan berdewam bikin. Ew li ser rant, pere û meqam têdikoşin. Yê ku wan li cem hev digirin rant, pere û berjewendî ye. Lê yê me li cem hev digire, aştî, wekhevî, azadî û demokrasî ye. Rojên borî li Amed û Êlihê gelek hevalên me hatin destgîrkirin. Hevserokên Partiya me yên Amed û Êlihê dîl hatin girtin. Em vê operasyonê şermezar dikin. Em dixwazin bi lez hevalên me yên girtî serbest berdin. Em dîsa dubare dikin ku hûn bi girtinê nikarin HDP'ê xelas bikin. Her ku hûn bigirin em zêde dibin. Ji ber ku HDP gel e, gel li HDP'ê ye. AKP herî zêde ditirse ku Kurd û Tirk, Elewî û Sunî milê xwe bidin hev. Jin û mêr, karker û cotkar milê xwe bidin hev ditirse. HDP çinarek ku nayê xwarê. Em ji ser vê vê axê heta ku aştî, demokrasî û azadiyê nînin bi tu deran de naçin. Em li vir in Erdogan. Em bi tu deran de naçin. Li vî welatî edalet û daraz tune. Di doza Keşe Brûnson de dîsa hat dîtin. Çawa ku Brunson dîl hatibû girtin, Denîz Yucel jî dîl hatibû girtin. Bi navê şahidê nepen mirovan digirin. Ev pergala Cemaetê bû. Niha jî AKP heman rêbazê diparêze û dixe meriyetê. Lê li holê ne sûc heye û ne jî şahid heye. Ji bo siyasetmedaran dîl bigirin vê rêbazê bi kar tînin. Dadger û daraz jî heman polîtîkayê dimeşîne. Keşe Brûnson li dijî Midûrê Banka Gel dîl girt. Dîsa xwest ku DYA li Sûriye piştgiriyê bide wan Keşe dîl girt. Lê niha dîlgirtina Keşe bi dawî bû û Keşe li Enqereyê ye. Em dipirsin ka çi bû? Ger ku daraz û edalet hebe, mirov dîl nayê girtin. Em bang dikin û dibêjin werin em navê Wezareta Dadê bikin Wezareta Dîlgirtinê. Ger ku di darazê de serxwebûn hebe çima Demîrtaş, Guven, Kişanak û Baluken girtî ne? Roja ku Keşe serbest berdan, gef li Rojhilatê Firatê xwar. Got em ê derbasî Rojhilatê Firate bibin û tar û mar bikin. Dîsa gef xwar. Ji bo kurd nebin xwediyê ax û destkeftiyan dijminantiya Kurdan dikin. Em dipirsin hûn çima dijminantiya Kurdan dikin. Hûn dixwazin Turd û Tirkan bînin hemberî hev gelo?"

‘AMEDSPOR NE BI TENÊ YE’

Bûldan, êrîşa li ser Amedsporê jî şermezar kir û wiha lê zêde kir: "Balkêş e du roj berê li Sakarya li dijî Amedsporê êrîş pêk hat. Amedspor ne bi tenê ye. Amedspor wê avêtina golan berdewam bike. Em êrişa li dijî Amedsporê şermezar dikin. Ev êrîşa nijadperest pir talûke ye. Tu kes bi vê yekê bi ser nakevin. Em dipirsin gelo Kurd winda bikin wê çiqas Tirk bi ser bikevin. Em dibêjin em ê bi hev re bi ser bikevin û bi hev re têk biçin. Bila her kes vê yekê baş zanibin. Niha AKP li hundir polîtîkaya dîlgirtin û tecrîdê dimeşîne. Li derve jî polîtîkaya şer dimeşîne. Lê em dîsa dibêjin gelê Rojava teqez wê xweseriya xwe ava bike û tu kes nikare vê yekê asteng bike. Tenê derdê wan ew e ku gel bi hêza xwe ya xweser xwe bi rê ve nebin. Gelo dixwazin Minbicê vala bikin û çeteyan li wir bi cih bikin?"

‘HDP PARTIYA VÎNÊ YE’

Bûldan, gefên AKP'ê yên li dijî HDP'ê jî şermezar kir û wiha bi dawî kir: "Serokê AKP'ê HDP kir hedefa xwe û got 'Em ê qeyûm tayîn bikin' Wisa difikire ku bi zext û tundiyan encam bistîne. Lê xwe dixapînin. Ji mêj ve winda kirine. Ji ber vê yekê li şûna bi siyaseta xwe bi me re têbikoşe, bi leşker û polîsên xwe bi me re şer dike. Ger ku pir ji xwe bawer e bila were bi siyasetê bi me re têbikoşe. Qeyûm ne tenê tayînî şaredariyan kiriye. Niha qeyûm tayînî keyayan dike. Îro ji muxtaran jî ditirse. Ji ber ku pir ji HDP'ê ditirse bi qeyûman radizê û bi qeyûman hişyar dibe. Ev wateya tirsê ye. Di anketan de jî tê gotin ku AKP têk diçe. Bi taybetî piştî krîza aborî de zêde dengan winda dike. Li pişt HDP'ê jî milyon heye. Ev hêz mezintir dibe. Ji ber vê yekê hêza we tune hûn HDP'ê ji meclîsê dûr bixin. We li meclîsê zêdebûna xwe winda kir, hûn ê li herêman jî hêza xwe winda bikin. Qet meraq nekin em dê bi hev re bibînin ku AKP wê bibe partiya tabelayan. HDP partiya vînê ye. Di her hilbijartinê de em rûsipîya xwe bi ser ketin. Em bi keda xwe bi ser ketin. Ji ber vê yekê em ê qeyûman yek bi yek ji şaredariyan dûr bixin. Vê yekê tu car ji bîr nekin. Gelê Kurd gelê bi rûmet e. Tu carî rûyê wî reş nebûye û tu carî rûyê wî reş nabe. Em tu carî ji berxwedanê gavan paşve navêjin. Em tu carî çong daninin. Her dem em ê stranên berxwedanê bistrênin. HDP ê li kolanan û li her derê qadan her dem bû dengê gelan û wê her dem bibe dengê gelan û dengê bindestan. Em ê her dem mafê hemû gelan biparêzin û bibe dengê gelên Tirkiyeyê."