Bûldan: Efrîn ji xwe ya Efrîniyan e, derkevin ji wê derê!
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan di civîna koma partiya xwe de ya li meclîsê, berxwedana Efrînê ya li dijî dagirkeriyê silav kir.
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan di civîna koma partiya xwe de ya li meclîsê, berxwedana Efrînê ya li dijî dagirkeriyê silav kir.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), civîna koma partiya xwe ya heftane bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê weke koma jinan pêk anî. Nûnerên partiyên siyasî û saziyên jinan ên ji bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê, Dayikên Şemiyê û Dayikên Aştiyê tevlî civînê bûn. Beriya destpêkirina civînê sînevîzyonek li ser têkoşîna jinan hate nîşandan.
Piştre Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan axivî û destpêkê silav ji Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û hemû siyasetmedarên jin ên girtî re şand.
Bûldan hemû jinên berxwedêr silav kir û got, "Em jinên li Rojava li ber xwe didin silav dikin. Bi hezkirin û rêzdarî em jinên li Efrînê li ber xwe didin silav dikin. Bi wesîleya 8'ê Adarê pêşengên jinan Rosa Luksembûrg, Behîce Boran, Sakîne, Fatmayan bi hezkirin bi bîr tînin."
Bûldan da xuyakirin ku HDP her wiha partiyeke jinan e û ji ber ku nikarin xwe li vê rabigirin Hevseroka wan Yuksekdag û parlamenterên jin dîl hatine girtin.
'LI ŞENGAL, MÛSIL Û ROJAVA HATE DÎTIN BÊ JIN ÇAWA LI DIJÎ BARBARIYÊ ŞER DIKIN'
Bûldan got, "Lê wê nikaribin pêşî li me bigirin. Ji ber ku em bi milyonan e û ji mafdariya xwe hêzê digirin. Heta ku HDP hebe wê nikaribin nasnameya jinê tine bikin, wê nikaribin hêvî û wêrekiya jinê bişikînin."
Hevseroka HDP'ê Pervîn Bûldan bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê û got, "Cîhanê li Şengal, Mûsil û Rojava dît bê jin li dijî barbariya DAÎŞ'ê çawa şer dikin. Careke din hate dîtin ku çima jin wê bi ser bikevin. Ditirsin ku berxwedana jinê li tevahiya Rojhilata Navîn, li cîhanê belav bibe û bibe mînak. Li welatê me ku nasnameya jinê biçûk tê xistin û jin tên kuştin, li Rojava jinan bi rûmeta xwe li ber xwe dan û dîrok nivîsandin. Sedema tirsa wan ev e."
'EFRÎN JI XWE YA EFRÎNIYAN E, HÛN JI WIR DERKEVIN'
Bûldan diyar kir ku ji roja destpêkirina şerê Efrînê ve li Tirkiyeyê cînayetên jinan roj bi roj zêde dibin û bi dewamî got, "Tenê meha Sibatê 48 ji hatin kuştin. Dibêjin, 'ji bo ewlekariya welêt em dikevin nava Efrînê', lê belê li nava sînorên xwe nikarin keçekê, nikarin jineke ku gef lê tê xwarin biparêzin. Niha radibin dibêjin, 'Em ê Efrînê radestî Efrîniyan bikin'. Efrîn ji xwe ya Efrîniyan e, hûn ji wir derkevin. Çi karê we li Efrînê heye? Li Efrînê gel bi rengekî aştiyane û aram bi hev re dijiyan. Çi wateya çûyina we heye? Ji Efrînê kevirek jî ber bi Tirkiyeyê nehate avêtin. Gunehê her mirovek, her zarokekî li Efrînê dimire di stuyê we de ye."