Budçeya Iraqê 'bêyî Kurdan' hate qebûlkirin
Budçeya sala 2018'an a Iraqê ji aliyê parlamentê ve hate qebûlkirin. Di encama nirxandina pêşnûme qanûnê de ku parlamenterên Kurd ew boykot kirin, qanûna ji 58 xalî bi temamî hate qebûlkirin.
Budçeya sala 2018'an a Iraqê ji aliyê parlamentê ve hate qebûlkirin. Di encama nirxandina pêşnûme qanûnê de ku parlamenterên Kurd ew boykot kirin, qanûna ji 58 xalî bi temamî hate qebûlkirin.
Li ser budçeya ku hate qebûlkirin koma Parlamenterên Kurd û Serokê Meclîsa Iraqê Selîm Cûbûrî daxuyaniyên ku li hev nakin dan.
Nirxandina pêşnûme qanûna navborî meha Kanûna 2017'an dest pê kir û ji ber îtiraz û boykoa koma Parlamenterên Kurd Sibata 2018'an ji nû ve dest pê kir.
Di budçeyê de ji ber ku para Hikumeta Herêmî ya Kurdistanê 17 ji sedî daket 12.66 ji sedî, parlamenterên Kurd li ber rabûn. Ji ber vê îtirazê tûra duyemîn a meha Sibatê jî bê encam mabû.
Lê belê Parlamenta Iraqê 1'ê Adarê li hev civiya û tevî boykotê jî 12 ji 58 xalên li pêşnûme qanûnê qebûl kir. Di rûniştina roja Şemiyê de Kurdan û hikumeta navendî nekarî li hev bikin. Li gel vê nelihevkirinê pêşnûme qanûna budçeyê ji aliyê meclîsê ve hate qebûlkirin û bû qanûn.
Endamê Komîsyona Maliyeyê ya Parlamenta Iraqê Mesûd Haydar got, hikumeta navendî ti daxwazên Kurdan qebûl nekiriye.
Piştî ku pêşnûmeya budçeyê li gel boykota Kurdan hate qebûlkirin, endamê Komîsyona Maliyeyê ya Parlamenta Iraqê yê ji koma Komala Îslamî Ahmed Hacî Reşîd nerazîbûn nîşan da û got, "Divê hemû lîderên Kurd li hev bicivin û helwestê nîşanî vê rewşê bidin. Ji Serokkomarê Iraqê heta hemû lîder û nûnerên Kurdan divê em xwe ji Bexdayê vekişînin. Wê çaxê ew ê hewcedarî me bin."
Serokê Parlamenta Iraqê Selîm Cûbûrî piştî qebûlkirina pêşnûme qanûna li ser budçeyê daxuyaniyek da çapemeniyê û diyar kir ku di pêşnûmeyê de daxwazên Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê hatine qebûlkirin.
Cûbûrî di daxuyaniya çapemeniyê de got, "Dixwazim bêjim ku hemû xalên ku xwişk û birayên me yên Herêma Kurdistanê temsîl dikin dixwestin li qanûnê bên bicihkirin, di qanûnê de cih girtin. Mûçeyên karmendan, alîkariya civakî û mûçeyên Hêzên Pêşmergeyan ên li Herêma Kurdistanê, di çarçoveya berpirsyariyên hikumetê de bi rengekî vekirî di qanûna budçeyê de hatine diyarkirin. Her wiha dilsoziya bi xalên destûra bingehîn a Herêma Kurdistanê jî di qanûnê de cih digire."
Cûbûrî anî ziman ku di pêşnûme qanûna budçeyê de ji bo bajarê Helebçeyê rêjeyek pere hatiye destnîşankirin û got, "Parlament û hikumeta Iraqê divê rewşa gelê Herêma Kurdistanê bibîne ku di nava krîzeke giran a aboriyê de ye. Di vê çarçoveyê de pêwîste li gorî pîvanên hatine diyarkirin mûçe û alîkariya ji bo cotkaran bên dayin. Parlament û hikumeta Iraqê wê hemû pirsgirêkên aborî yên li Herêma Kurdistanê çareser bike."