Davîd Brîtsch Mijdara 2016'an ji bajarê Schwerîn ê Elmanyayê bi rê ketibû. Dixwest heta Qudsê bimeşe û meşa hecê ya Xiristiyanan pêk bîne. Bi vî rengî bibe hecî. Lê belê meha Nîsanê li Antakyayê hate binçavkirin û 8 mehan li girtîgeha dersînorkirinê hate girtin.
Brîtsch ê hefteya bihurî hate berdan, vegeriya welatê xwe. Brîtsch got, "Hêviya min nemabû ku di Noelê de li mala xwe bim." Brîtsch ji Ajansa Nûçeyan a Elman (DPA) re axivî û anî ziman ku rêwîtiya wî ya hecê qet hêsan nebû, lê belê nedihat bîra wî ku li welatekî endamê NATO'yê û hewl dide bikeve nava Yekîtiya Ewropayê hiqûq tê binpêkirin.
'HIQÛQ HATE BINPÊKIRIN'
Brîtsch bi bîr xist ku wî demeke dirêj nekarî ji mafên xwe yên konsolosxaneyê sûdê werbigire ku qanûnên navneteweyî vî mafî dide wî û got, "Bi awayekî vekirî li Tirkiyeyê dîl hatim girtin." Brîtsch anî ziman ku ji binçavkirinê heta dema berdanê, sedema girtinê jê re nehatiye gotin û got, "Mafên ku dewleta hiqûqê nas dike bi rêk û pêk hatin binpêkirin."
Brîtsch da zanîn ku ji ber rageşiya navbear Enqere û Berlînê ew hate girtin û bi dewamî got, "Sedema girtîmayina min bi demeke ewqasî dirêj, hikumeta federal e. Ji ber ku li gorî qanûnên navneteweyî, welatiyekî welatekî biyanî herî zêde 6 mehan dikare li girtîgehên dersînorkirinê bên girtin."
Pêvajoya berdana rehîneyên Elman meha Cotmehê dest pê kiribû. Destpêkê aktîvîstê mafên mirovan Peter Steûdtner ê 5'ê Tîrmehê li semînereke li Buyukadayê hatibû binçavkirin, hatibû berdan.
Ji raya giştî re nehat eşkerekirin bê Steûdtner di berdêla kîjan bazariyê de hate berdan. Piştî berdana Steûdtner, Tolû û herî dawî Brîtsch, hejmara welatiyên Elman ên bi armancên siyasî li Tirkiyeyê di dema dawî de hatin girtin, daket 7 kesan.