Brahîmî: Sûriye dixwaze çareseriyê nîqaş bike
Brahîmî: Sûriye dixwaze çareseriyê nîqaş bike
Brahîmî: Sûriye dixwaze çareseriyê nîqaş bike
Nûnerên taybet yê Sûriyeyê yê Komkara Ereban û Netewên Yekbûyî (NY) Lexdar Brahîmî diyar kir ku, ew dixwazin di mijara çareseriya aştiyane ya pevçûna li welatên Sûriyeyê de bi rêveberiya Şamê re hevdîtinê bikin.
Brahîmî diyak kir ku, hevdîtina di navbera aliyan de dê li buroyeke aydê NY’ê de pêk were, lê di derbarê cih de agahiyek zelal neda. Her wiha nayê zanîn ku, li ser navê hikûmetê dê kî muzakereyan bimeşîne.
Nûnerê Taybet Brahîmî dema borî di serdana xwe ya Şamê de bi Serokwezîrê Sûriyeyê Beşşar Esad re hevdîtin pêk anîn û piştre jî banga diyalogê li muxalîf û rejîmê kiribû. Brahîmî di banga xwe de îfadeya ‘Delegasyoneke ku dikare ji aliyê rejîmê ve bê qebûlkirin’ bikaranîbû.
Rejîma Sûriyeyê heta dema dawî jî hevdîtina li derveyê sînorê welat red dikin. Li gorî nûnerê taybet yê NY’ê ev destpêka ji derketina tunela tariye.
Brahîmî di dawiya meha Çileyê de daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku, şerê li Sûriyeyê gihiştiye asteke gelek dijwar û bertek nîşanî bêdengiya qada navnetewî ya li dijî şer dabû. Brahîmî wiha got: “Herêmê terkî rewşeke xeter dikin. Ji ber vê sedemê Konseya Ewlehiyê nikare bêje, ‘Em heman fikrê naparêzin, em li benda demeke baş bin’. Divê em ji niha ve bi vê pirsgirêkê re mijûl bibin.
Şerê di Adara 2011’an de li Sûriyeyê dest pê kir de li gorî NY’yê heta niha ji 60 hezarî zêdetir kes mirin û bi sedan jî birîndar bûn. Ji ber sedema şer di hundirê welat û derveyê welat de hejmara kesên koç kiriye bûye 2,5 milyon.