Boykotê mohra xwe li hilbijartinên Iraqê xist

Hate ragihandin ku rêjeya tevlîbûna li hilbijartinên Iraqê ku roja Yekşemê pêk hat ji sedî 41 e.

Komîsyona Hilbijartinê sibeha Duşemê li gorî rêjeya ji sedî 94 ê sindoqan diyar kir ku ji sedî 41 ê hilbijêran tevlî hilbijartinê bûne.

Li gorî hilbijartinên giştî yên beriya niha, rêjeya tevlîbûnê kêmtir bû. Di hilbijartinên sala 2018'an de li gorî daneyên fermî rêjeya tevlîbûnê ji sedî 44.52 bû. Li gorî muxalîfan rêjeya tevlîbûnê di daxuyaniyên fermî de hatiye nepixandin.

Komîsyona hilbijartinê diyar kir ku 9.077.779 kesî deng dane. Hate ragihandin ku li Bexdayê rêjeya tevlîbûnê ji sedî 31 heta 34 e.

Li tevahiya welêt bang li derdora 25 milyon hilbijêrî hatibû kirin ku dengê xwe bidin.

Şefa Mîsyona Çavdêriyê ya Yekîtiya Ewropayê Viola von Cramon di dema jimartina dengan de daxuyanî da û diyar kir ku rêjeya tevlîbûnê gelekî kêm e.

Cramon got, "Ev yek peyameke eşkere ya siyasî ye û em hêvîdarin ku ev peyam ji aliyê elît a siyasî ve bê bihîstin."

Li gorî çavdêrên siyasî, mirovan baweriya xwe pê neanî ku hilbijartin bibe sedema guhertineke rasteqîn.

Tê texmînkirin ku di encama hilbijartinê de blokên kevneşop wê temsîliyeta xwe ya li parlamentê dewam bike. Eger serketineke misoger nebe wê pêwîstî bi avakirina tifaqan hebe. Di anketên beriya hilbijartinê de baskê ser bi lîderê Şîa Muqteda Sadr favorî nîşan dida.