Bosnayê 25 çete û malbatên wan ên li kampên li Sûriyeyê wergirt

Hate ragihandin ku gelek çeteyên Îslamîst ên radîkal ên ji Bosna-Hersekê ku çûbûne Sûriyeyê û şer kiribûn tevî malbatên wan hatine wergirtin.

Li gorî Wezareta Ewlekariyê ya Bosna-Hersekê, tevî 7 çeteyên ku jê guman hene tevlî 'rêxistinên terorîst' bûne 25 kes doh anîn welatê wan.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku tevî 12 zarok û 6 jinan çete anîn paytext Saraybosnayê û hate gotin, ku ev kes ji kampên li Sûriyeyê hatine anîn.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, her wiha 7 kesên bi tevlîbûna li nava rêxistinên çete yên li Sûriye û Iraqê tên sûcdarkirin sewqî dozgeriyê hatin kirin.

Tê texmînkirin ku hejmara kesên di navbera salên 2012 û 2016'an de ji Bosna-Herkesê ji bo tevlî DAÎŞ'ê û rêxistinên din ên çete bibin çûn Sûriye û Iraqê derdora 300 kesî ye. Nîvê wan jî mêr ên bi temen in û derdora 80 kes jî zarok in.

Li gorî texmînan 100 ji kesên tevlî DAÎŞ'ê bûn hatin kuştin û nêzî 50 jî vegeriyan Bosna-Hersekê. Heta niha li 24 mêran bi hinceta ku tevlî rêxistinên çete bûn salek heta 4 salan ceza hatiye birîn. Lê belê çavdêr dibêjin ku cezayê li van kesên tevlî rêxistina çete bûne û sûcên li dijî mirovahiyê kirine tên birîn sivik in.