Bombevanê Bostonê sax hate girtin
Bombevanê Bostonê sax hate girtin
Bombevanê Bostonê sax hate girtin
Kesê duwem ku têgûman kirin êrîşa li bombeyî ya beriya çend rojan li bajarê Bostona DYA’yê pêkaniye û 3 kesan jiyana xwe ji dest da, zêdetirî 140 kesan jî birîndar bûn, şeva din ji aliyê polîsên DYA’yê ve hate girtin.
Tamerlan Tsarnayev ku ji ber sedema êrîşa bombeyî lêdigeriya û şeva borî hate kuştin, piştî wê ji bo girtina birayê wî yê 19 salî Cewher Tsarnayev nêçîra mirovan da bûn destpêkirin û şeva din bi encam bû. Cewher Tsarnayev ku di keleka pişta malekê ya li kolana Franklîn ya Bostonê xwe veşartibû, di encama operasyona polîsên DYA’yê de hate girtin.
Li gorî agahiyê di çapemeniya DYA’yê de cih girtin, Tsarnayev bi birîndarî hate girtin, di dema bûyerê de di navbera polîs û bigûman de pevçûnê rû da. Pevçûn li derdora demjimêr 21’an bi girtina Tsarnayev bidawî bû.
Hate diyarkirin ku, rewşa tenduristiya Tsarnayev başe û li Nexweşxaneya Beth Israel tê derman kirin.
Polîs di daxuyaniya dayî de ragihand ku, xwediyê malê yê ku Tsarnayev li baxçeyê mala wî xwe veşartibû îxbar kir, hate girtin. Rayedarên polîsan da diyarkirin ku, birînên Tsarnayev yên pevçûnên şeva borîne, her wiha aşkera kir ku, li ser kesê bigûman tu teqemenî nedîtine.