Biryara sînordarkirinê li ser dosyayên şaredaran danîn

Biryara sînordarkirine li ser 4 hevşaredaran hate danîn, ku îro li Amedê hatibûn destgîrkirin.

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê (DBB) Selçûk Mizrakli yê qeyûm tayînê cihê wî hat kirin, Hevşaredara Navçeya Peyasê Kezîban Yilmaz, Hevşarêdarê Bîsmîlê Orhan Ayaz û Hevşaredara  Karazê Rojda Nazlier di çarçoveya lêpirsînekê ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi rêve bir de serê vê sibê hatin destgîrkirin. Derbarê dosyeya her 4 hevşaredaran de biryara sînordarkirinê hat dayîn. 
 
Ji ber biryara sînordarkirina dosyeyê, diyar nebû bê ka hevşaredar bi çi hincet û îdîayê hatine destgîrkirin. Hevşaredar Selçûk Mizrakli û Rojda Nazlier li Qereqola Leşkerî ya Bajêr, Kezîban Yilmaz û Orhan Ayaz jî, li Miduriyeta Polîsan a Bajar tên girtin.