Biryara girtinê ya ji bo Bîlgen hatî dayîn, hate rakirin
7’emin Dadgeha Cezayê Giran a Amedê, biryara girtinê ya têkildarî Parlameterê Qersê yê HDP’yî Ayhen Bîlgen hatibû dayîn, rakir.
7’emin Dadgeha Cezayê Giran a Amedê, biryara girtinê ya têkildarî Parlameterê Qersê yê HDP’yî Ayhen Bîlgen hatibû dayîn, rakir.
Piştî berdana Parlementerê Qersê yê HDP’yî Ayhen Bîlgen, dubare di derbarê wî de biryara girtinê hatibû dayîn. Li ser îtirazên parêzeran biryara girtinê hat betalkirin.7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê, biryara girtinê ku di derbarê Bîlgen de hatibû dayîn betal kir. Têkildarî çalakiyên Kobaniyê de di derbarê Bilgen de 25 sal û nîv cezayê girtîgehê hatibû xwestin. Piştî ku Bilgen di 8'ê Îlonê de hat berdan, heman rojê dozger îtirazî berdana wî kiribû.
Piştî biryarê Bîlgen têkildarî mijarê ji Ajana Mezopotamyayê (MA) re axivî û wiha got:
“Dîmena ku ji bo pêvajoyên darizandina parlementerên din û her wiha ya ji bo rojnamger û parêzvanên mafên mirovan xwe dan der, niha dîsa tê dubarekirin û ev yek derfeta ku mirov bi biryara beredanê kêfxweş bibe jî nade. Piştî berdana ewil dîsa hat xwestin ku bêm girtin. Jixwe ev yek ne hiquqî bû. Ji bo nêvengeke ku her kes xwe têde azad hîs bike û bijî û ji bo daraz nebe amûra hesab û kitabeke siyasî, têkoşînek zêde divê."