Biryara domandina ‘dîlgirtina’ zarokên girtî hate dayîn

Rûniştina doza zarokên ku di dema êrîşên qirkirinê yên li Nisêbînê de hatibûn girtin pêk hat. Heyeta dadgehê, biryara domandina girtina zarokan da.

Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê di serdema “qedexeya derketina kolanan” a 26’ê Gulana 2016’an de 17 jê zarok ji bo her kesê 75 caran cezayê heta heta yê giran tê xwestin. Piştî destgîrkirinê 17 zarok jî hatibûn girtin. Danişîna 4’emîn a doza zarokan li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê pêk hat. Tenê du zarok beşdarî dozê bûn û 15 zarok ji ber SEGBÎS nehat girêdan beşdarî rûniştinê nebûn.

Parêzer û malbatên zarokan jî doz şopandin. Darizandin ji çapemeniyê re girtî pêk hat.

Du zarokên tevlî  rûniştinê bûn berdana xwe daxwaz kirin.

Parêzeran jî parastina miwekîlên xwe kirin û gotin ji hinceta girtina wan ji ber ew li Nisêbînê bûne û ti delîlek sûcên xistine stûyê wan jî tine ye.

Dozger xwest zarok girtî bên darizandin. Heyeta dadgehê jî ji bo kêmasiyên di dosyeyê de temam bibin û şertê kontrola edlî kêm bimîne biryara dewama girtina zarokan da.

rûniştin taloqî 15’ê Mijdarê hat kirin