Birîndarê ji Kobanê hat girtin
Birîndarê ji Kobanê hat girtin
Birîndarê ji Kobanê hat girtin
Rojavayiyê li Kobanê birîndar bû û ji bo tedawiyê rakiribûn Enqere hat girtin. Kobaniyê li Nexweşxaneya Îbnî Sîna ya Enqere tedawî didît hat girtin û şandin Girtîgeha Sergirtî Tîpa F a Sîncan.
Rojavayiyê ku li Kobanê birîndar bibû û du kesên jêre refaqet dikirin, li Nexweşxaneya Îbnî Sîna ya Enqereyê hatin binçavkirin. Her sê kes piştî karûbarên li Midûriyeta Emniyetê ya Enqere sewqî Dozgeriya Komarê hatin girtin, bi sedema endamtiya rêxistinê sewqî Hakimê Sulh Ceza hatin kirin. Hakimê Sulh Ceza ku her du kesên refaqet ji kesê birîndar re dikirin serbest berda, birîndarê ji Kobanê bi îdîaya endamê rêxistinê ye girt.
Kesê birîndar şandin Girtîgeha Sîncan.