Birayê Hantaş: Polîsan tim zext li ser dikir

Birayê Recep Hantaş ku polîsên Tirk îro ew qetil kirin got rayedaran agahiyeke zelal nedane wan lê polîsan tim ew dişopandin û zext li ser dikirin.

Polîsên Tirk êvara Şemiyê ciwanekî bi navê Recep Hantaş li Sumerparka Amedê înfaz kirin. Hantaş dema ku bi ciwanekî re li parkê rûniştibû hate înfazkirin.

Cenazeyê Hantaş ji Nexweşxaneya Zanîngeha Dîclê hate rakirin û li Goristana Yenîkoyê hate veşartin. Ji bilî malbata Hantaş hêzên çekdar ên Tirk nehiştin ku kes biçe ser gorê.

Efe Hantaş, birayê Recep Hantaş ê ku 1999'an li Licê jidayikbûyî ji ANF'ê re axivî.

Efe Hantaş got polîsan pêşî li birayê wî yê li Bûrsayê ku li înşeatê dixebite geriyane û gotine, ''Birayê we li nexweşxanê ye, zû werin'' û birayê wî jî li wî geriyaye û rewş jê re gotiye.

Hantaş got, ''Min nimroya kesê ku lê geriyayî jê xwest. Ez geriyam. Polîsan gote min, ''werin nexweşxanê''. Em spêdeyê çûne nexweşxaneyê lê ti agahî nedan me. Em bi qasî saetekê û nîvê sekinînin. Piştî ku em gelekî sekinindan ji bo teşhîsê ez birim hundir. Min nas kir, doktor got, ''serê we sax be.''

Hantaş diyar kir piştre ew bi polîsan re axiviye û got,t ''Gotin îxbarek ji wan re hatiye. Birayê min ê rehmetî li Sumerparkê bi hevalekî xwe re rûniştîbûye. Ji ber îxbarê operasyon hatiye kirin.''

Hantaş got polîsan negotiye bê ka operasyoneke çawa ye, şer çêbûye yan na û domand, ''Li gel ku ti çek li ser birayê min nebûye jî'' ew ji operasyoneke wiha şaş mane.

Hantaş got, ''ti agahiyeke zelal nebû, çilo bû, kengî bû'' û tiştên ku berê bi birayê xwe li ser diaxivî par ve kir.

Hantaş got polîsan timî birayê wî tacîz dikirin û bi gotina, ''Polîsan tim li GBT'ya wî dinerî û digotiyê, ''hûn terorîst in'' û tim birayê min tehrîk dikrin. Bi gotinên, 'tiştên siyasî nekin, diziyê bikin, hevalên xwe yên ku her karî dikin bibêjin, em ê we biparêzin' tim zext û zordarî li ser dikirin.