Bîranîna Meraşê: Em serê xwe ji zilmê re netawînin

Komkujiya Meraşê di salvegera 39’an de li gel ‘qedexeyê’ jî hate şermezarkirin.

Komkujiya Meraşê ku 19-24’ê Kanûna 1978’an çêbûbû û li gorî hijmarên fermî 111 kes hatibûn kuştin, 210 mal û 70 kargeh hatibûn şewitandin li gel biryara qedexeyê ya Waliyê jî bajêr jî di salvgera 39’an de hate şermezarkirin.

Di çalakiya protestoyê de gelek nûnerên sazî û rêxistinên Elewî, partiya HDP’ê hazir bûn.

Ji bo helwesta xwe ya li dijî komkujiyê nîşan bidin û kesên ku jiyana xwe ji dest dane werin bibîranîn li ber Komeleya Hevgirtin û Çandê ya Erenler girse li hev civiya.

Girse bi qerefîlan ji vir ber bi Mala Cem ve meşiya û di meşê de bi dirûşman hate gotin, ‘’Meraşê ji bîr neke, nede jibîrkirin’, ‘’Meraş, Sêwaz û Koçgirî, ji bîr nabin’, ‘Wê dem biguhere û kujer hesab bidin’.

‘NE ŞERÊ ELEWÎ-SINÎ, ÊRÎŞEKE BI PLAN A FAŞÎSTAN BÛ’

Di bîranînê de li ser navê Federasyona Bektaşî ya Elewiyan (ABF) Serokê Federasyonê Muhîttin Yilmaz axivî.

Yilmaz di axaftina xwe de got şopa komkujiyê di bîra wan de hê zindî ye û got, ‘’Mixabin berpirs bêyî ku werin darizandin xilas bûn, ji çav re hatin darizandin û bereat kirin. Ji ber ku dema ku komkujiya Meraşê hate sêwirandin, parçeyê wê yê herî girîng ew bû ku komkuj pêşî werin parastin û piştre jî bêsûcwerin ragihandin. Kiryarê herî li pêş ê komkujiyê ji hêla dewletê ve hate xelatkirin, bû parlamenter, kete Meclîsê û bi nav û deng kirin.’’

Yilmaz diyar kir ku ya ku li Meraşê bûyî ne şer lê komkujî bû û got, ‘ev ne şerê Elewî û Siniyan bû. Ev êrîşeke faşîst a bi plan û rêxistinî bûn.’’

Yilmaz diyar kir wan li ber zilmê serê xwe netewandine, ji ya xwe nehatine xwarê û teslîm nebûne.