Biradostiyan 1’ê Gulanê pîroz kir
Biradostiyan 1’ê Gulanê pîroz kir
Biradostiyan 1’ê Gulanê pîroz kir
3’yê gulanê li herêma Berbizînê ya girêdayî navçeya Sîdeka ji bo cejina karkerên cîhanê şahiyek ji aliyê tevgera Hemwelatiya Azad û Yeksan ve hate li darxistin.
Şahî bi deqeyeke rêz girtinê dest pê kir û bi amedebûna sedan kes şahî bi rêve çû, şahî di seat 12:00’an de dest pê kir û heyanî êvarê berdewam kir. Her wiha di şahiyê de peyama Rêberê Gelê Kure Abdulah Ocalan hate xwendin û her wiha peyama wî ya di derbarê 1’ê Gulanê de jî hate xwendin.
Yek ji peyamên ku hatine xwendin jî peyama Tevgera Hemwelatiya Azad û Yeksan bû. Hunermendên ku di şahiyê de amedebûn jî Cercîs Çomanî, Hemîd Mistefa û Koma Awazên Çiya bûn. Hunermendan bi stranên xwe dilê gel geş kir. Her wiha gel bi dirûşim, tilîlî û gerandina gûvendê eleqeyeke mezin dan nîşandan.
Di şahiya ku li herêma Biradostan pêk hatiye de her wiha starta îmze komkirinê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate dayîn û ev kampaniyaya ku li hemû Başûrê Kurdistanê dest pê kiriye de di şahiya 1’ê Gulanê de jî eleqeyeke mezin ji aliyê her kesî ve dît. Her wiha ji aliyê gelê ku beşdarî şahiyê bûne jî peyamên pir bi hêz derketin holê, bi taybet di derbarê pêvajoya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd de dest pê kiriye û gotinê; “em heyanî dawiyê li pey şopa şehîd û rêberê xwe ne, heyanî ku ev pirsgirêk çareser dibe.”
Di danê sibê de gêlê ku dihatin ber bi qada şahiyê de ji aliyê asayîşa Sîdeka ya girêdayî PDK’ê ve hatin astangkirin. Lê rexmî hemû astengiyan careke din gelê herêmê û mêvanên ku ji herêma Soran, Diyana, Hewlêr, Çoman, Qesrê, Ranya û Qendîl hatibûn guhdarî van astengiyan nekirin û derbasî qada şahiya 1’ê Gulanê bûn.
Di şahiyê de dîmenên pir rengîn derketin holê her wiha weke her demê jî jinên kurd yên ku temsîla sembola kedkariyê dikin bi cil û bergên xwe û bi gerandina govendê reng dan şahiya 1’ê Gulanê.