Binpêkirinên mafan li Girtîgeha Tîpa T ya Tekîrdagê didomin

Binpêkirinên mafan li Girtîgeha Tîpa T ya Tekîrdagê didomin

Welatiyê bi navê Yuksel Okuyucu yê ku li 1'emîn Girtîgeha Tîpa T a Tekîrdagê tahliye bû têkildarî binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehê pêk tên axivî û wiha got: "Girtiya dernaxin qadên hevpar. Dema hevdîtinê ya seetek dikin 40-45 deqîqe. Odeyên girtî lê dimînin gelek biçûkin. Ji şertên tenduristiyê re guncaw nînin. Qadên sporê jî an dema wan kin dikin û an jî betal dikin."

Li gorî nûçeya DÎHA’yê li 1'emîn Girtîgeha Tîpa T a Tekîrdagê pêkanînên keyfî yên li hemberî girtiyan berdewam dikin. Yuksel Okuyucu yê bi giştî 8 salan di girtîgehên cuda de ma û herî dawî li 1'emîn Girtîgeha Tîpa T a Tekîrdagê di 13'ê nîsanê de tahliyebû, diyar kir ku dema hevdîtinê ya seetek kin dikin û zextên lêgerîna tazî li hemberî girtiyan pêk tînin. Okuyucu, anî ziman ku di giştînameyan de dema qadên hevpar 10 seetin lê ev yek tu caran pêk nayê û rojnameyên weke Azadiya Welat û Ozgur Gumdem gelek caran tên destserkirin.

Okuyucu da zanîn ku, dema ji tîpa F sewqî tîpa T hate kirin rastî zextên lêgerîna tazî hat û midûrê girtîgehê ji wan re gefê, "Heke li vir hûn daxwazên me bi cih bînin hûnê rihat bijîn" li wan xwar. Okuyucu bilêv kir ku ew li odeya 4 kesan 8 kes lê bicih kirin û wiha got: "Odeyên em lêdimînin gelek tengin. Li gorî şertên tenduristiyê nînin. Li gorî Wezareta Dadê girtî hefteyê 10 saetan tên cem hev lê midûrê girtîgehê vê yekê li girtîgehê pêk nayne." Okuyucu destnîşan kir ji ber demên dirêj ên girtinê nexweşî çêdibin û lê ligel daxwaznameyan di demê de girtiyan nabin revîrê, bersiva daxwaznameyên sewqên nexweşxaneyê jî 2 meh û nîv encex pişt re pêk tên.

Okuyucu diyar kir ku, ji ber platîna di piyê girtiyekî de dema di cihaza X-ray re derbas dibû rastî îşkenceyan dihat û wiha aixvî: "Hevalê me Îlhamî Ozagir ê ku piyê wî de platîn heyî dema di cihaza X-ray re derbaz dibû rastî îşkenceyê dihat. Bi zorê li hemberî wî lêgerîna tazî pêk tînan." Okuyucu anî ziman ku, li girtîgehê pêkanîna nasnameyê jî ji aliyê gardiyan bi awayekî keyfî tevdigerin û wiha pê de çû: "Pêkanna nasnameyê li tîpa T cuda tê pêkanîn. Weke pêkanîna tekmîlê ye. Li cem xwe digerînî. Dema tu dipirsî tû necarî nîşanî wan bidî. Dibêjin 'Tu dê tekmîlê bidî mîn, heke tu wisa nekî ez dixwazim her tiştî bikim.'"

Okuyucu bilêv kir ku, di mijara cih guherînê de pêkanînên dijhiqûqê pêk tên û gelek caran rêveberiya girtîgehê li gorî keyfa xwe guherînên odeyan pêktîne. Okuyucu binpêkirinên mafên mirovan ên din wisa rêz kirin: "Girtiyan dernaxin qadên hevpar. Dema hevdîtinê ya saetek dikin 40-45 deqîqe. Demên sporê kêm dikin. Hinek hefteyan bi awayekî keyfî dernaxin." Okuyucu da zanîn ku, li hemberî vê yekê girtiyan dem dem çalakiyên dernekevin hevdîtina telefonê û hevdîtinên din.

Têkildarî mijdarê jî karmendekî girtîgehê ji wiha got: "Em têkildarî saziyê dê tu agahiyan nedin derve. Di vê mijdarê de ez we bi rayedarekî re girênadim."