Binpêkirinên li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê

ÎHD’ê, binpêkirinên mafên mirovan ên li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê tên jiyîn kir rapor. ÎHD’ê xwest ku di serî de şert û mercên “Qawîşên karantînayê” bên lêkolînkirin.

Komîsyona Hiqûqî ya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Antalyayê, binpêkirinên mafên mirovan, kiryarên dijî mirovî û gefa şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) ên li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê tên jiyîn kir rapor. Di raporê de serlêdana hevjîna Erodgan Erdûran ê li Girtîgheha Antalyayê dimîne Sidika Erduran jî cih girt. Di raporê de hat dest nîşan kirin ku nexweşê penceşêrê Erdûran di dema hatin û çûyîna nexweşxanê de, bi heman girtiyên rewşa wan di rîskê de ne re dixin qawîşa karantînayê.
 
Di raporê de rewşa Erdûran hat bibîr xistin û wiha hat gotin: “Herî dawî Erdûran di qawîşa karantînayê ya hejmara C-15 de, bi 28 kesên rewşa wan bi rîskre dimîne û di vê pêvajoyê de bi vîrûsa koronayê dike. Dûre wî radikin nexweşxanê. Di heman qawîşê de, testa 5 girtiyên din jî pozîtîf derdikeve. Li gorî agahiyên gehiştin ber destê me, 15 kesên din ên li qawîşê bi vîrûsê dikin  û tên tedawî kirin.”  
 
Di rapora ÎHD’ê de, hat diyar kirin ku di qawîşên karantînayê yên Girtîgeha Tîpa L a Alanyayê de heman rewş tê jiyîn û derbarê vê yekê ji bo komeleya wan serlêdan hatine kirin. 
 
Di dewama raporê de ev agahî hat dayîn: “Xebatkareke tenduristiyê yê ku nexwest navê xwe bide, yê li Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Alanyayê dixebite, diyar kir ku kesên nû tên girtin û girtiyên li girtîgehê tên girtin, dema wan tînin nexweşxanê, bi girtiyên testên wan pozîtîf derketin re tînin nexweşxanê. Bi vê yekê mafê jiyana mirovan binpê dikin. Ji bo parastina mirovan, li şûna ku van kesan di odeyên îzolasyonê yên yek kesî de bigirin, hemûyan bi hev re dixin qawîşên karantînayê.”