Binçavkirina parêzerên ÇHD'ê hate şermezarkirin
Li Mersînê gelek rêxistinên hiqûqî nerazîbûn nîşanî binçavkirina parêzerên ÇHD'yî dan, ku piştî êrîşa çekdarî ya li ser Edliyeya Çaglayanê ya Stenbolê hatin binçavkirin.
Li Mersînê gelek rêxistinên hiqûqî nerazîbûn nîşanî binçavkirina parêzerên ÇHD'yî dan, ku piştî êrîşa çekdarî ya li ser Edliyeya Çaglayanê ya Stenbolê hatin binçavkirin.
Li Mêrsînê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Koma Parêzerên Demokrat, Hiqûqnasên ji bo Edaletê û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bertek nîşanî binçavkirinên piştî pevçûna beriya du rojan li ber Edliyeya Çaglayanê derket ku 3 kesan jiyana xwe ji dest da û 5 kes birîndar bûn, çêbûn dan. Daxuyaniya li avahiya OHD’ê hate dayîn Serokê Şaxa ÇHD’a Mêrsînê Ersan Çetînkaya xwend.
Çetînkaya, binçavkirinên hatin kirin weke bêhiqûqî nirxand û anî ziman ku bi taybetî medyaya desthilatê di vê mijarê de ferasetekê ava dike.
Çetînkaya bi bîr xist ku ÇHD li welat 50 sal in têkoşîna hiqûqê dide û got: “Ya ku îro hatiye binçavkirin pîşeya parêzeriyê bi xwe ye. Em ê di parastina hevalên xwe yên li vî welatî bi serfirazî karê xwe dikin de dudil nebin. Em ê bi hêza ku em ji kevneşopiya xwe digirein hevalên xwe hempîşeyên xwe tenê nehêlin. Em hemû hempîşeyên xwe, baroyan, yekitiya pîşeya me TBB’ê û raya giştî vedixwînin piştevaniyê.”