Bîlgen: Xwediyê vê pêvajoyê êdî gel bi xwe ye
Berdevkê HDP'ê û Parlamenterê Qersê Ayhan Bîlgen diyar kir, mûxatabê bûyerên di dema dawî de li welêt diqewime, êdî saziya siyasetê nîne.
Berdevkê HDP'ê û Parlamenterê Qersê Ayhan Bîlgen diyar kir, mûxatabê bûyerên di dema dawî de li welêt diqewime, êdî saziya siyasetê nîne.
Berdevkê HDP'ê û Parlamenterê Qersê Ayhan Bîlgen diyar kir, mûxatabê bûyerên di dema dawî de li welêt diqewime, êdî saziya siyasetê nîne û got, "Ji vir û pê ve, xwediyê vê pêvajoyê êdî ne saziya siyasetê ye. Xwedî gel bi xwe ye. Naxwe wê pêla êrîşên nû ne tenê li dijî partiyê bin."
Parlamenterê HDP'ê yê Qersê û Berdevkê Partiyê Ayhan Bîlgen polîtîkaya zordariyê ya li dijî HDP'ê tê meşandin, ji ANF'ê re nirxand.
'6 HEZAR XEBATKARÊN HDP'Ê HATIN BINÇAVKIRIN, 2 HEZAR HATIN GIRTIN'
Bîlgen da xuyakirin, ku têkçûna li pêşberî HDP'ê ya 7'ê Hezîranê û hewldanên di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de bi ser nehatin xistin, êdî bi rêya "dadgeriyê" tên meşandin û destnîşan kir, ku ya li dijî HDP'ê tê kirin yekser hewldaneke tesfiyeya siyasî ye.
Ayhan Bîlgen bibîr xist, 10 parlamenterên HDP'ê ku Hevserokên Giştî Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de ne hatine girtin, ji 4'ê Mijdarê û vir ve 400 xebatkarên HDP'ê hatine binçavkirin û got, "Ji 15'ê Tîrmehê û vir ve mîna ku me darbe kiriye, zêdeyî 6 hezar hevalên me hatin binçavkirin. Zêdeyî 2 hezar hevalên me hatin girtin. Li gorî me ev pêvajo rêbazeke girtinê ya post moder ne. Ne hêja ye ku em vê yekê ji aliyê hiqûqî yan jî teknîkî nîqaş bikin. Ji ber ku eger bi wî rengî bûya, dibêjin 'ji ber ku îfade nedan', wê demê diviyabû piştî binçavkirinê serbest berdabûna. Diyar e pirsgirêk ne li gorî îdîayên wan e."
'CÎHAN VÊ REWŞÊ FÊHM NAKE'
Bîlgen bibîr xist, ku partiyên siyasî û raya giştî ya derve, vê bê edaletî û bêhiqûqiya li dijî HDP'ê ji nêz ve dişopîne û bal kişand ser tevlîbûna li civîna dawî ya koma partiyê. Bîlgen got, "Her kes bûyerên diqewime dixwaze yekser ji mûxatab bibîne û fêhm bike. Ji ber ku ev rewşeke li derveyî aqilan e. Ya rast, cîhan nikare van êrîş û hewldanên tesfiyeyê fêhm bike."
'ÊDÎ XWEDIYÊ VÊ PÊVAJOYÊ Û SIYASETÊ, GEL BI XWE YE'
Bîlgen da xuyakirin, ku di rewşa heyî de posterên Hevserokên HDP'ê yên hatine girtin û pankartên bi nivîsa "Dest nede vîna min, dest nede wekîlên min" hatine qedexekirin û wiha dewam kir: "Ji vir û pê ve êdî xwediyê vê pêvajoyê êdî ne saziya siyasetê ye. Xwedî gel bi xwe ye. Di vê pêvajoyê de çiqasî biryardarî û helwest were nîşandan, wê ewqasî serketin bi dest bikeve. Naxwe wê pêla êrîşên nû ne tenê li dijî partî û komeleyan bin. Wê êrîş li her alî belav bibin."