Bîlgen: Tişta ku tê jiyîn karesat e
Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen li ser pirsnameyê axivî ya ku ji Wezîr Suleyman Soylû hatibû kirin.
Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen li ser pirsnameyê axivî ya ku ji Wezîr Suleyman Soylû hatibû kirin.
Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen di meclîsê de li ser pirsnameyê axivî ya ku ji Wezîrê Karê Derve Suleyman Soylû re hatibû kirin.
Bîlgen bal kişand ser êşkenceya li Nisêbînê ya ku kesê bi navê Abdî Aykût ê 57 salî êşkence lê hatibû kirin û diyar kir ku Wezîrê Karê Hundir têkildarî wê bûyerê gotiye “Ew kesê kal piştgiriya terorê dike.”
‘GOTINÊN WEZÎR KARESAT E’
Bîlgen wisa domand:
“Dîsa mirovên ku li Mûglayê kesên ku qaşo bombeyên zindî ne, hatibûn tazîkirin. Wezîr vê kirinê jî diparêze.
Mînakeke din li Entalyayê Mûrat Araç ê ku tê binçavkirin qaşo xwe ji qatê sisêyan avêtiye. Wezîrê Karê Hundir dibêje ‘Rêxistinê talîmat daye, yên ku hatine binçavkirin divê xwe bikujin.’ Ev gotinên hanê facîa ne, karesat e.
‘7 HEZAR BINÇAVKIRIN, 2 HEZAR GIRTIN’
Bîlgen diyar kir ku di nava salekê de li dijî partiya wan 7 hezar kes hatine binçavkirin û 2 hezar kes jî hatine girtin û bûyerên Kobanê bi bîr anî û got, “Heke ji 50 kesan jiyana xwe ji dest dan, ma divê lêpirsîn neyê destpêkirin? Çawa ku têkildarî midûrê emniyetê yê li Çewligê pêvajoyeke darizandinê çênebû, li vê derê ji bo polîsên ku li Serêkaniyê ya Rihayê jiyana xwe ji dest dabûn jî tu pêşketin çênebû.”