Bîlgen: Hewl didin ku ji Rewşa Awarte derbasî nava şer bibin
Ayhan Bîlgen ê HDP'yî got, bi biryarnameya dawî re AKP welêt di nava darbe û şerê navxweyî de asê dike û bingehê ji derbasbûna Rewşa Awarte ber bi şer ve ava kiriye.
Ayhan Bîlgen ê HDP'yî got, bi biryarnameya dawî re AKP welêt di nava darbe û şerê navxweyî de asê dike û bingehê ji derbasbûna Rewşa Awarte ber bi şer ve ava kiriye.
Berdevkê HDP'ê û Parlamenterê Qersê Ayhan Bîlgen, biryarnameyên dawî yên di hukmê qanûnî de ji ANF'ê re nirxand.
Li ser zexta lixwekirina kincê ji yekrengî ya ku li ser girtiyan tê ferzkirin Ayhan Bîlgen bi bîr xist ku Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ji dema referandûmê û vir ve timî dixe rojevê û li ser wezaretan ferz dike.
Bîlgen anî ziman ku mîna nîqaşên li ser îdamê, ev yek jî daxwaza gel nîne, lê belê hewl didin vê yekê weke daxwaza gel nîşan bidin û bi vî awayî raya giştî manîpule bikin.
KINCÊ JI YEKRENGÎ PIRSGIRÊKA TEVAHIYA CIVAKÊ YE
Bîlgen ê HDP'yî destnîşan kir ku nepêkane ferzkirina kincê ji yekrengî bê qebûlkirin û diyar kir ne tenê girtî û mirovên li girtîgehan, di heman demê de divê tevahiya civakê li ber vê pêkanînê rabe. Bîlgen got, "Ev mijar dikare Tirkiyeyê biteqîne. Me ev yek berê bi zelalî dît. Bi vê pêkanînê re ji bo siyasetmedar, rojnamevan, akademîsyen û mirovên ji 'sûcdariyên terorê' tên darizandin nikaribin parastina xwe bikin, bahane tên afirandin. Bi dîtina me, biryardariya hevalên me yên li girtîgehan gelekî girîng û hêja ye. Lê belê nabe ku ev bar bi tenê li ser milê yên li girtîgehan bê hiştin."
KÎJAN SÛCÎ JI DADGERIYÊ DIREVÎNIN?
Di dewama axaftina xwe de Ayhan Bîlgen bal kişand ser zirxê qanûnî yê bi xala 121. a biryarnameyê re hatiye anîn û destnîşan kir ku bi vê yekê re hem sûcên di 15'ê Tîrmehê de hatine kirin tên nixumandin, hme jî pêşî li lînç û şerê civakî yê ji niha û pê ve tê vekirin. Bîlgen got, "Gelo rabûna li ber darbeyê, dikare serjêkirinê mafdar nîşan bide? Ya jî bi navê xwedîderketina li demokrasiyê, kirina sûcên bi vî rengî normal e? Dixwazin kîjan sûcan ji dadgeriyê birevînin? Eger ev yek mafê parastinê be, pêwîstî bi biryarnameyê nîne, ji xwe di qanûnê de mafê parastinê heye. Xuya ye rewşek ji mafê parastina rewa wêdetir heye û hewl didin van binixumînin. Bi her du xalan re hewl tê dayin ku li Tirkiyeyê rewşeke nû ya şer bê afirandin û rewşên awarte yên nû bên avakirin. Divê ev xeterî were dîtin."
AKP JI BO DARBEYÊ ŞERT Û MERCAN AVA DIKE
Bîlgen işaret bi hewldanên AKP'ê yên ji bo krîmînalîzekirina hêzên civakî kir û got, "Ji ber ku vê stratejiya yekalî ya aloz û êrîşên tên kirin encama dihate xwestin bi xwe re neanî, rewş gihandin asta avakirina zemîna înfazê û şerê li kolanan. Ev tercîh gelekî bi rîsk û xetere ye. Ji bo parastina desthilatdariya xwe hatibe kirin jî dikare rê li ber encamên berevajî vê veke. Li Tirkiyeyê roj bi roj şertên ji bo darbeyê tên afirandin. Çawa ku beriya 15'ê Tîrmehê ji bo leşkerên li hin bajaran ji ber kiryarên xwe neyên darizandin hin gav hatin avêtin, niha jî AKP di nava pêvajoyeke bi heman rengî de ye. Bi vê yekê re wê welêt di navbera şerê navxweyî û darbeyê asê bikin."
Der barê nîqaşên li ser hilbijartina pêşwext jî Bîlgen got, "Rojeva Tirkiyeyê hilbijartin nîne. Rojev Rewşa Awarte ye. Ji bo hilbijartin karibe bibe çareserî, beriya her tiştî divê standartên demokratîk bên rûniştandin."