Di komcivîna HDP'ê de ku peyama Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ji girtîgehê şandibû hat xwendin, piştre Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen axivî.
'CIVÎNÊN KOMAN BÛ BAZARA SÊŞEM Ê'
Bîlgen bal kişand li ser girtîbûna hevserokên wan û diyar kir ku şerm berdewam dike.
Bîlgen di berdewamê de wiha axivî: "Civînên koman ev demeke bûye bazara saliyê. Kî zêdetir qîr dike, kî zêdetir heqeret dike wekî ku ew siyaseta baş dike tê hesibandin. Beriya demeke me kom civîna AKP'ê guhdar kir. Wekî amîgoyên li stadan in. Ji ber dirûşmên vê derê yên ku ketina Meclîsê qedexe kirin, civînên me asteng kirin her hal bi vî wêneyê kêfxweş in."
'KOMCIVÎNA PARALEL PÊK TÎNE'
Bîlgenê ku gotina "Koma 5'emîn a Tirkiyeyê, partiya 5'emîn birêz Erdogan jî her sêşemê qet derbas nake" bi kar anî wiha got: " Her sêşemê bernameyê datîne û dibêje ez jî li vir im gotinên min ji yên serokên partiyan jortir e. Dixwaze vî peyamê bide. Beriya demekî me civîna koma birêz serokwezîr temaşe dikir lê hemû kanalan weşanên xwe qut kirin û axaftina serokomar dan. Êdî bêtehamulî ji muxalefetê wêdetir heta partiya wî jî çûye û wekî ku civîna paralel li dar dixe."
Bîlgen bal kişand li ser derxistina canezeyê HPG'î yê ku li Îzmîrê bi biryara qaymeqamiyê caneza ji cihê xwe hat derxistin jî û wiha got: "Heke em dixwazin bi hevre bijîn divê em li hemberî cenazeyan rêzdar bin. Li Torbaliyê xwestin cenaze ji şûnê derxînin. Ev welat bi rûmetdayîna li hemberî cenazeyên Anzakan pesnê xwe dide. Hûn rêza li hemberî Anzakan li hemberî zarokên xwe nîşan nadin. Serokê Karên Diyanetê li ser zewaca di temenê zarok de axivî. Gote zewaca di temenê biçûk de nayê qebûlkirin. Beriya ku peyamê ji serokomar bigire bida me jî spasiyên xwe pêşkêşî wî bikira. Xwezî heman serokwezîrê karên diyanetê der barê bêrûmetiya li hemberî cenaze, ji kar girtina meleyê ku ji ber li mala şînê quran xwendiye jî biaxive û bibêje di îslamê de cihê vî tuneye."
'LI SÛRIYEYÊ KÎ LI LEŞKERAN XISTIYE NAYÊ EŞKEREKIRIN'
Bîlgen, bal kişand ser leşkerên Tirk ên li Sûriyeyê bi êrîşa hewayî jiyana xwe ji dest dane û wiha got: "Leşkerên artêşê jiyana xwe ji dest dan lê hêjî kî li leşkeran xistiye nayê eşkerekirin. Newêrin ji me re bêjin. Hadê hûn me nahesibînin lê divê hûn agahiyan bidin kesên ji 'tezkereyê' re gotine erê."
'BI REWŞA AWARTE'Ê GEFAN DIXWIN'
Bîlgen, anî ziman ku di pêvajoya REWŞA AWARTE de qanûnek bingehîn nikare bê çêkirin û wiha pêde çû: "Hûn dibêjin an Rewşa Awarte an jî referandum û gefan dixwin. Hûn dibêjin ger 330 deng dernekeve û referandum çêne be wê Rewşa Awarte bidome. Ger cesaeta we hebaya we wê bi hilbijartinan em bitirsandibana lê hêza we têrê nake bi referandumê gefan dixwin. Hûn nikarin gel bitirsîn û gefan lê bixwin. wê gel serî li ber gefa 'An hûn ê min bikin serok an jî ez ê welat ber bi kaosê ve bibim' natewîne û hûn ê vê bibînin."
Bîlgen, bi lêv kir derbarê hevdîtinên qanûna bingehîn ên di navabera AKP û MHP'ê de parlamenterên partiyê jî xwedî agahiyan nînin, ev xebat bi "kulîsan" tê birêvebirin û wiha domand: "Ji bo ji maseyan wêjevaniyê nekin. Hûn li beramberî wê çi bazar bikin jî wê pêk neyê. Gelê Tirkiyeyê wê vê qanûna bingehîn a ku rewabûna wê tuneye nas nekin."
Bîlgen, derbarê gotinên Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu yên "Em ê dewletê nîşanî HDP'ê bidin" di civîna koma xwe de bersiv da û wiha got: "Li cîhanê Îsraîlek heye ku ji ber parlamenterên Fîlîstînê hevdîtin pêkanîne xistin girtigehê û Tirkiyek jî hene. Hinek radibin û dibêjin em ê dewletê nîşanî HDP'ê bidin, em ji Nemrut heya Fîravunan hemû îktîdarên zalim nas dikin."
Bîlgen, bi lêv kir ku ji bo nameya Demîrtaş a bi sansurkirî ji wan re hatiye bixin "Muzaya Demokrasiyê" ya li Meclîsê ew ê ji Serokatiya Meclîsê re rêbikin û wiha pêde çû: "Bila ji me jî alîkariyek hebe û bila bixin muzeya demokrasiyê. Ji bombeyan paratina meclîsê ne tenê parastine."
Bîlgen, balkişand ser hewldanên kêmkirina bilinbûna dolarê û wiha axivî: "Şêwirmendên ku mejiyê xwe xwarine dibêjin dolarên xwe xurde bikin. Gele dolarên esnafên biçûk ên ku xistine qutiyên pêlavan hene da ku xurde bikin? Fermana bi şîfre ya ku 'bav me xurde kirin lê hemû xurde nekirin' bidin da ku kesên di qutiyên pêlavan de dolaran diveşêrin dolarên xwe xurde bikin."