Bîlgen: Dixwazin dengdana hilbijêrên me asteng bikin!
Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen têkildarî xebatên hilbijartinê agahî da û xwest ku hemû kes ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê de ji bo parastina ewlehiya sindoqan serlêdanê bikin.
Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen têkildarî xebatên hilbijartinê agahî da û xwest ku hemû kes ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê de ji bo parastina ewlehiya sindoqan serlêdanê bikin.
Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen têkildarî xebatên hilbijartinê agahî da û xwest ku hemû kes ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê de ji bo parastina ewlehiya sindoqan serlêdanê bikin. Bîlgen diyar kir ku Erdogan ji bo partiyekê yekser deng dixwaze û ev yek li hemberî ewlehiya sindoqan astengiya herî mezin e.
Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen têkildarî xebatên hilbijartinê li Navenda Giştî ya HDP'ê daxuyanî da çapemeniyê. Bîlgen anî ziman ku ewil bi şewitandina avahiya wan a partiyê dosyayên serlêdanan ên bernamzetan hatin îmhakirin bi vî rengî hatiye xwestin ku ketina wan a hilbijartinan bê astengkirin lê li gel vê yekê jî di demeke kin de dosya amade kirine û ev astengî derbas kirine. Bîlgen diyar kir îradeya 7'ê Hezîranê derketiye holê tine hatiye hesibandin û li ser AKP têkçûna xwe ya 7'ê Hezîranê bi spekulasyonan xwestiye bigire.
JI BO ENDAMTIYA DESTEYA HILBIJARTINÊ BANG
Bîlgen bang li welatiyên bihistiyar kir û xwest di 1'ê Mijdarê de xwedî li dengên xwe derkevin û wiha got: "Cara yekem e ku partiya me di desteya sindoqan de wê bê temsîlkirin. Endamên desteya sindoqan ne muşahîd in. Endamê tenê naşopînin an jî îtiraz nakin di wan sinqodan de biryarê didin. Ji ber vê yekê jî bersivdayina herî baş xwedîderketina sindoqan e." Bîlgen xwest ku hemû kes heta 27'ê Îlonê serî li rêxistinên HDP'ê bidin û bibin endamên desteya sindoqan.
Bîlgen di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku li Dîlok û Giyadînê û li hin herêmên din ji keyayan daxwazname hatine komkirin û bi hinceta ku derfetên ragihandinê tineye, dibe ku di 1'ê Mijdarê de berf bibare sindoq li cihên din bên danîn hin hewldan hene, ev yek jî nîşan dide ku Serokkomar Erdogan çima evqas bi keyayan re eleqedar bide ev baş tê fêmkirin.
Bîlgen diyar kir ku Erdogan ji bo partiyekê yekser deng dixwaze û ev yek li hemberî ewlehiya sindoqan astengiya herî mezin e.
Bîlgen bilêv kir ku wan ji bo temsîlkirina jinan derfeteke mezin derxistine holê û di lîsteyên HDP'ê de ji sedî 41 namzetên jin û ji sedî 14.5 jî namzetên ciwan hene.
Bîlgen da zanîn ku ew ê di 2'ê Cotmehê de danezana hilbijartinê bi raya giştî re parve bikin û ji bo vê yekê jî amadekariyên xwe yên teknîkî wê heta wê demê biqedînin.
WÊ DERSÊ BIDIN YÊN KU ÎRADEYÊ NAS NAKIN
Bîlgen destnîşan kir ku ew ê ji bo hilbijartinan amedakariyeke pir cidî bikin û bersiveke herî baş di 1'ê Mijdarê de bidin yên ku wan dixwazin bitirsînin, avahiyên wan dişewîtinin û dixwazin ji têkoşîna demokrasiyê dûr bixin.
Piştî daxuyaniyê Bîlgen pirsên rojnamevanan jî bersivand. Li ser pirsa gotinên ku Erdogan di mîtînga Yenîkapiyê hate kirin nirxandina "Heke pirsgirêka Kurd a Tirkiyeyê tinebe tenê pirsgirêkek dimîne. Ew jî tê wateya pirsgirêka Tirkiyeyê ya serokkomarekî xemsar û serokwezîrekî bê erk e. Li Elmanyayê dema ku demokrasî hate rawestandin û Hîtler aktor bû di hilbijartinên dawî de parlamenterên yekxwîn xwestibû. Li Yewnanistanê 3 parlamenterên Tirk Wê derfetên temsîlkirinê bibînin. Divê hemû kes çi gotinan dikin baş zanibin. Ev çanda siyasî ya temsîlan ji holê radike mîrateya ku Kenan Evren hiştiye. Yên ku îdîa dikin vedigerin ruhê 2002'yan vedigerin ruhê 1982'yan."
Bîlgen li ser pirsa bi rêya keyayan hewldana sindoqan li cihên navendî danîn wê tiştekî bikin an na jî wiha got: "Yên ku ji bo ewlehiya sindoqan bi fikar in li cihên ku HDP bi ser ketiye bi van hincetan ji bo ku bikaranîna dengan asteng bikin tirsên wan nîşan dide. Em vî nabêjin. Li hin cihên wekî Riha û Çewlikê di hin sindoqan de deng ji bo wan derket. Çima AKP ev deng girtin. Em pirseke wiha nakin."
Bîlgen li ser pirsa destpêkirina pevçûnan jî diyar kir ku destpêkirina pevçûnan çareserî nîne.