Bîlgen: Di Rewşa Awarte de referandûm nabe

Berdevkê HDP’ê Bîlgen li dijî pêvajoya rêveberiya destûrê ya di navbera AKP-MHP’ê de tê birêveberin bertek nîşan da û got, ‘’ji vê re ne destûr bingehîn, lê peymaneke veşartî dikare were gotin.’’

Berdevkê HDP’ê û Wekîlê Qersê Ayhan Bîlgen li Meclîsê daxuyaniyeke çapemeniyê da û got, ‘’Tirkiye ber bi wir ve diçe ku ti nemaye bibe aliyê şerê herêmî. Lê li gel geşedanên herêmê, qeyrana aborî di rojevê de hê jî nîqaşa seroktiyê heye.’’

DESTÛRA BINGEHÎN

Bîlgen li ser şêwaza amadekariya destûra nû ya di navbera AKP’ê û MHP’ê de bi dizîka û bi veşartî tê kirin got, ev terîchek e, dikarin bikin lê ji roja pêşî de tê nîqaşkirin; ‘’Destûra bingehîn peymaneke civakî ye. Partiyên siyasî ji bo civakê divê vê peymanê deynin. Ev li ser navê  civakê divê were kirin. Ku peyman ji civakê xef were kirin navê vê ne destûr lê peymaneke veşartî ye. Niha di navbera du partiyan de daxuyanî têne dayin bi şêwazeke ku lihevkirinek çêbûbe. Bêguman ev vebijêrka van du partiyan e. Helbet ne tenê me, dikarin muxalefeta sereke, partiyên li derveyî meclîsê, akademiyê, rêxistinên saziyên civakî, medya û bi giştî hemû civakê li derve bihêlin û vê pêvajoyê bi rê ve bibin, ev hilbijartinek e. Çawa ku destûra 12’ê Îlonê bi rêjeya sedî  90’î hê jî tê nîqaşkirin, metna îro ya lihevkirinê jî hê di roja pêşî de wê were nîqaşkirin.’’

REFERANDÛM

Bîlgen bi berdewamî diyar kir ku, hişmendiya ku kirina referandûmê di Rewşa Awarte de pêkan dibîne hay ji demokrasiyê tine ye û ne xweyî wê bîra dîrokî ne ku di rewabûna destûrên wiha nîn e ku di nav şert û mercên Rewşa Awarte de werin danîn.