Bîlgen: Civak wê bikeve bin barekî giran ê krîzê

Serokwekîlê Koma HDP'ê Ayhan Bîlgen diyar kir ku Rewşa Awarte şeklî hatiye rakirin û erkên wê hîn dewam dikin. Bîlgen da xuyakirin, polîtîkayên AKP'ê rê li ber têkçûna aboriyê vekirine û got, civak wê berdêleke giran a vê yekê bide.

Serokwekîlê Koma HDP'ê Ayhan Bîlgen li Meclîsê civîneke çapemeniyê lidar xist û rojeva heyî nirxand.

'ERKÊN REWŞA AWARTE HÎN DEWAM DIKIN'

Bîlgen got, "Li Tirkiyeyê krîzeke mezin heye û meclîs girtî ye. Rewşa Awarte bi şeklî qediya, lê di pratîkê de erkên Rewşa Awarte dewam dikin."

Bîlgen bal kişand ser heyeta wekîlên HDP'yî ya ji bo vemirandina şewatê çû Dersimê û bi bîr xist ku tevî ku destûr dihate dayin welatî derbas bibin, pêşî li wekîlên wan hatiye girtin. Bîlgen destnîşan kir ku ev nêzîkatî yek ji pêkanînên cihêkariyê yên li dijî partiya wan e.

Bîlgen bi dewamî got, "Ji bo helwesteke hevpar li dijî cezayê darvekirinê were nîşandan, wekîlên me xwestin çelengekê deynin ber Sefaretxaneya Bilind a Îranê. Lê belê destûr ji wan re nehate dayin. Daxuyaniya çapemeniyê ku wê bihata dayîn weke gefxwarinê hate dîtin. Ev yek jî radixe pê çavan bê welat ji aliyê feraseteke çawa ve tê birêvebirin."

'CIVAK WÊ BIKEVE BIN BAREKÎ GIRAN Ê KRÎZÊ'

Ayhan Bîlgen bi bîr xist ku wezîfeya sereke ya siyasetmedaran ew e ku rastiyan ji gel re bêjin û got, "Efnlasyon gihîştiye hejmarên herî bilind ên 14 salan, ku hejmarên rastî jî di ser vê re ne. Ev rêjeya enflasyonê û daxuyaniya Banka Navendî ku digot, wê rojên bê li ser polîtîkaya pereyan erka dikeve ser milê xwe bike, nîşan dide ku polîtîkaya aboriyê hîn jî rê li ber krîzan vedike.

Heta ku reformên hiqûqî neyên kirin, Tirkiye wê nebe welatekî ewle û krîzên aborî û siyasî jî wê girantir bibin. Rojên bê, bi lêçûnên dibistanê ya jî yên germkirinê re wê civak pê bihese bê barekî çiqasî giran ketiye ser milê wan."