Bilêvkirina navê Kurdistanê 'gihayî û objektîf' nîne!
Bilêvkirina navê Kurdistanê 'gihayî û objektîf' nîne!
Bilêvkirina navê Kurdistanê 'gihayî û objektîf' nîne!
Parêzvana mafên mirovan parêzer Eren Keskîn, ku ji ber di panelekê de gotina "Kurdistanê" bikar anî bi 10 mehan cezayê ragirtinê hat cezakirin, derket holê ku ji Baroya Stenbolê cezayê hişyariyê girtiye. Baroyê di biryara xwe de îdîaya "dema parêzer diaxive û dipeyive divê nêrînên xwe bi awayekî gihayî û objektîf bîne ziman" anî ziman.
Parêzer Eren Keskîn, ji ber ku di paneleke sala 2004'an a li navçeya Riha Wêranşarê de gotina "Kurdistanê" bikar anî, Dadgeha Ceza ya Asliye ya Wêranşarê 10 meh cezayê ragirtinê lê birîbû û bi serbestiya bi kontrol a 5 salan, ew berda bû. Piştî ku ev biryara dadgehê zelal bû, Baroya Stenbolê mîna ku li firsendê digeriya, cezayê hişyariyê yê dabû Keskîn, careke din xist meriyetê. Mîna ku Baroya Stenbolê paralelî dadgehê tevdigere, derket holê ku li gorî xala "Parêzer dema diaxive û nêrînên xwe tîne ziman divê bi awayekî gihayî û objektîf tevbigere" cezayê hişyariyê da Keskîn. Keskîn der barê mijarê de ji ANF'ê re axivî û got, "Ez 20 sal in parêzvana mafên mirovan im. Di nava vê demê de min ji kuştinan, şewitandina gundan, windakirina hevalên min di binê çavan de şahidî kir. Alîgir im û objektîf im."
EM ALÎGIR Û OBJEKTÎF IN!
Parêzer Eren Keskîn ku xwe amade dike li dijî cezayê hişyariyê yê Baroyê derkeve, destnîşan kir ku saziyeke divê pêşî li azadiya fikir û ramanê veke nabe ku cezayekî bi vî rengî bide.
Keskîn bibîr xist, ku Baroyê ceza spartiye xala 5. a Pîvanên Pîşeyî yên TBB ku tê de tê gotin, "Dema parêzer dinivîsîne û diaxive dive nêrînên xwe bi awayekî gihayî û objektîf bîne ziman" û destnîşan kir ku biryara bi vê hincetê hatiye dayîn, nayê fêmkirin.
Keskîn got, "Zêdeyî 20 sal in ez parêzvana mafên mirovan im û mîna hemû parêzvanên mafên mirovan ez jî sedemên min jê re şahidî kiriye, radigihînim. Me ji kuştinan, şewitandina gundan, windakirina hevalên xwe yên di binê çavan de şahidî kirine. Em alîgir in û objektîf in."
Keskîn diyar kir ku Baro jî alîgir e û anî ziman ku Baroya Stenbolê di xeteke neteweyî de cih digire. Keskîn got, "Kes nikare biryarê bide ku ez nêrînên xwe bi awayekî gihayî dinirxînim an jî nanirxînim. Kes nikare nêrînên min darizîne."