Bîlançoya rojekê: 19 binçavî, 7 birîndar

Bîlançoya rojekê: 19 binçavî, 7 birîndar

Di çalakiyên şermezarkirina 14'emîn salvegera 15'ê Sibatê  salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat de li gelek navçe û bajaran pevçûn derket. Di şer û pevçûnan de 19 kes hatin binçavkirin û 7 kes jî birîndar bûn.
Li zêdetirê 50 navendan bi 10 hezaran welatî daketin kolanan û 14'emîn salvegera 15'ê Sibatê Roja  komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  bi meş û xwepêşandanan şermezar kir. Di meş û xwepêşandanan de şer û pevçûnan rûdan û 19 kes hatin binçavkirin û 7 kes jî birîndar bûn. Di çalakiyên li Amed, Şirnex, Mêrdîn, Êlih, Sêrt Xerpêt, Semsûr û Dêrsimê de kesên ku 15'ê Sibatê şermezar kirin rastî mudaxaleyên polîsan hatin. Di çalakiyan de 19 kes hatin binçavkirin û 7 kes birîndar bûn.
Li Cizirê yek jê zarok 2 kes birîndar bûn. Di mudaxaleya polîsan de zarokê 9 salî M.E.D û jina ciwan a 20 salî Zeliha Akin birîndar bûr û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Li Sîlopiyê jî gelek zarok û mezin ji ber bombeyên gazê ji ser hişê xwe çûn. Li navçeya Qosera Mêrdînê jî Endamê BDP'a Qoserê Ramazan Ay bi copê polîsan ji serê xwe ve birîndar bû û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê. Li Qoserê 10 kes jî hatin binçavkirin. Li Mêrdînê jî piştî meşê 3 kes hatin binçavkirin.
LI WÊRANŞARÊ 6 BINÇAVÎ
Li navçeya Wêranşara Rihayê jî koma 15'ê Sibatê şermezar kir rastî mudaxaleya polîsan hat û di mudaxaleyê de 6 kes hatin binçavkirin.
LI ŞIRNEXÊ KALÊ 74 SALI BIRÎNDAR BÛ
Li Şirnexê jî girseya ku 15'ê Sibatê şermezar kir rastî mudaxaleya polîsan hatin. Di mudaxaleya polîsan de kalê 74 sali Abdullah Eren bi ava şid a polîsan ket xwar û birîndar bû. Eren, ku xwe li ber ava şid a TOMA negirt ket xwar û serê wî li erdê ket û birîndar bû. Eren rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.
Li Amedê jî li gelek kolan û taxan meşên girseyî hatin lidarxistin û polîsan li gelek nokteyan mudaxaleyî girsê kir. Di bûyerên li Elihê de jî zarekê bi navê Î.E, birîndar bû.