Bîlançoya Gezî: 4 mirî, 7 hezar û 681 birîndar 70 girtin

Bîlançoya Gezî: 4 mirî, 7 hezar û 681 birîndar 70 girtin

Navenda Giştî ya ÎHD'ê rapora êrîşên polisan ên li dijî berxwedêrên Parka Geziyê yen di navbera 27'ê Gulanê û 24'ê Hezîranê de aşkere kir. Li gorî rapora ÎHD'ê 7 hezar û 681 kes birîndar bûn. 4 kesan jiyana xwe ji dest dan. 2 hezar û 841 kes hatin binçavkirin û jê 70 kes hatin girtin.

Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) rapora êrîşên polîsan a li dijî berxwedêrên parka Geziyê ya di navbera 27'ê Gulanê û 24'ê Hezîrana 2013'an de aşkere kir. Rêveberên ÎHD'ê li Navenda Giştî ya ÎHD'ê daxuyanî da çapemeniyê. Di civînê de Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, Sekreterê Giştî yê ÎHD'e Îsmaîl Boyraz, Serokê Akademiya Mafên Mirovan, Husnu Ondul û Endamên Komeleya Zarokan a Gundem amade bûn. Serokê Giştî yê ÎHD'ê Turkdogan axaftin kir û biryara berdana polîsê Ethem Sarisuluk qetil kir şermezar kir. Turkdogan anî ziman ku, divê kujerê Ethem bi hêsanî serbest neyê berdan û ev ceza bi vî rengî nayê qebûlkirin.

Piştî daxuyaniya Turkdogan rapora bûyerên parka Geziyê hat aşkerekirin. Di civînê de rapora ku ji aliyê Yekîtiya Tabîbên Tirk ve di 20'ê Hezîranê de hat amadekirin hat xwendin. Rapora ku li 13 bajaran hat amadekirin bi civakê re hat parvekirin. Li gorî raporê 4 kesan jiyana xwe ji dest dan. 7 hezar û 832 kes birîndar bûn.

Daneyên raporê wiha ne:

* Li Stenbolê: 21 giran 4 hezar û 478 birîndar. Kesek mir û 4 kes talûkeya wan a jiyanê berdewam dike. 6 kes rastî travmaya serî hatin. 6 kesan çavên xwe winda kirin.

* Li Enqereyê 21 bi giranî birîndar bûn. Hezar û 539 kes birîndar bûn. 7 kes travmayên serî derbas kirin. 4 kesan çavên xwe winda kirin.

* Li Îzmîrê: 2 bi giranî 800 kes birîndar bûn.

* Li Antakyayê; Kesek mir, 6 kes bi giranî 162 kes birîndar bûn. 5 kesan travmaya seri derbas kir.

* Li Eskişehirê; 2 kes bi giranî birîndar bûn. 3 kes talûkeya jiyanê dijîn. 300 kes birîndar bûn.

* Li Muglayê; 1 kes bi giranî 50 kes birîndar bûn.

* Li Mersînê; 1 kes bi giranî 17 kes birîndar bûn.

* Li Bûrsayê; 1 kes travmayla serî 2 kes birîndar bûn.

* Li Balikesirê; 155 kes birîndar bûn.

* Li Kocaelî; 10 kes birîndar bûn.

* Li Antalya; 1 kes bi giranî 150 kes birîndar bûn.

* Li Rizeyê 8 kes birîndar bûn.

* Bi tevahî 7 hezar û 681 kes birîndar bûn. Jê 63 kes bi giranî birîndar bûn. 4 kes mirin.

Di raporêde hat zanîn ku, ji roja destpêkê heta dawî polîsan bi ava şit a TOMA'yan êrîşî girseyê kir û polîsan ne bi armanca girseyê belav bike bi armanca tundiyê muaxale kiriye. Di raporê de hat aşkerekirin ku maddeya kîmyewî tevlî avê hatiye kirin û ev ava şit bûye sedema sorkirina laşên mirovan. Dîsa hat diyarkirin ku, fîşekên bombeyên gazê yên dîroka bikaranîna wan derbazbûye û bi tevahî 150 hezar bombeyên gazê hat bikaranîn. Di bûyeran de polîsan çekên bi agir bikar anî û li Enqereyê Ethem Sarisuluk bi guleya rastîn jiyana xwe ji dest da. Dîsa di merasima cenazeyê Sarisuluk de polîsan êrîşekî hişk pêk aniye. Di raporê de hate aşkera kirin ku, di çalakiyan de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û wiha hat gotin:

"Mehmet Ayvalitaş, di 2'ê Hezîranê de li taxa 1'ê Gulanê ya Stenbolê maşînê lê xist û jiyana xwe ji dest da. Abdullah Comert (22) di 3'ê Hezîranê de li taxa Armutlu ya Antakyayê bi bombeya gazê ya polîsan jiyana xwe ji dest da. Îrfan Tuna (47) di 5'e Hezîranê de li Kizilaya Enqereyê ji ber bombeyên gazê yên polîsan qirîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Di 5'ê Hezîranê de Mustafa Sari li Edeneyê ji pirê ket xwar û jiyana xwe ji dest da. Ethem Sarisuluk (26), di 1'ê Hezîranê de bi guleya polîsan li Kizilaya Enqereyê birîndar bû û di 13'ê Hezîranê de jiyana xwe ji dest da.

2 hezar û 841 kes hatin binçavkirin û 70 kes hatin girtin.

Li gorî rapora ÎHD'ê ji 31'ê Gulanê heta 18'ê Hezîrana 2013'an li Stenbolê 918 kes hatin binçavkirin û 33 kes hatin girtin. Li Enqereyê 973 kes hatin binçavkirin û 22 kes hatin girtin. Li Îzmirê 485 kes hatin binçavkirin û 13 kes hatin girtin. Li Mêrsînê 485 kes hatin binçavkirin. Li Antakyayê 76 kes, Li Xerpêtê 6 kes, li Îskenderûnê 4 kes, li Edeneyê 425 kes, li Eskişehîrê 13 kes li Kocaeliiyê 4 kes hatin binçavkirin û 2 kes hatin girtin. Li Rihayê jî 1 kes hat binçavkirin. Bi tevahî 2 hezar û 841 kes hatin binçavkirin û 70 kes hatin girtin.