Bîlançoya Covîd-19: 115 hezar kes mirine
Li tevahiy cîhanê 1 milyon û 860 hezar kes bi pandemiya vîrûsa Koronayê ketine, 115 hezar kes jî mirine.
Li tevahiy cîhanê 1 milyon û 860 hezar kes bi pandemiya vîrûsa Koronayê ketine, 115 hezar kes jî mirine.
Her roja diçe bîlançoya pandemiya Covîd-19 giran dibe. Li tevahî cîhanê 1 miloyn û 860 hezar kes bi îvrûsê ketine û 115 hezar jî mirine.
Weke qite Ewropa cihê herî zêde ji pandemiya Covîd-19 bandor bûye. Li gorî daneyên AFP’ê li Ewropayê 942 hezar û 340 kes bi şewba Koronayê ketine û 78 hezar û 152 kes jî mirine.
Her wiha Li DYE û Kanada 581 hezar û 881 kes bi vîrûsê ketine, 22 hezar û 857 kes jî mirine. Ji saet 13:00’an û vir ve li herêmên din jî hejmar wiha ye; li Asya 140 hezar û 143 kes bi vîrûsê ketiye, 4 hezar û 989 kes jî miriye, li Rojhilata Navîn 101 hezar û 742 kes bi vîrûsê ketine, 4 hezar û 901 kes miriye. Li Emerîkaya Latîn û Karayîplerê 64 hezar û 924 kes bi vîrûsê ketine, 2 hezar û 778 kes jî miriye. Li Efrîqa jî 14 hezar û 440 kes bi şewbê ketiye, 791 kes miriye. Li Oqyanûsya jî 7 hezar û 825 kes jî şewbê ketiye, 71 kes jî miriye.
TIRKIYE: Li Tirkiyeyê li gorî daneyên duh 1198 kes mirine, 56 hezar û 956 kes jî bi şewbê ketine.
Piştî ragihandina qedexeya derketina derve ya li 31 bajaan û şûnde ku berî qedexe ragihîne du saet mabûn. Li ser vê yekê gel ketin kolanan û ev jî rê li ber belavbûna şewbê vekir. Wezîrê Karê Hunir Suleyman Soylû li xwe mikur hat ku sûcdar e, li ser vê duh îstifa kir; lê Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan îstifaya wî qebûl nekir. Ev jî dide nîşandan ku pêvaoyeke zelal nayê kirin û ji bo xwegihandina agahiyên rast ên li ser pandemiyê ya li Tirkiyeyê pir zehmet bûye.
GIRTÎGEH
Metirsiya belavbûna li girtîgehan her diçe zêdetir dibe. Girtî bi rêya malbatan radigihînin ku ti tedbîr û ewlekariyek nehatiye girtin. Wezîrê Edaletê yê Tirk Abdullhemît Gul daxuyaniyek da û ragihand ku li 5 girtîgehan testa Covîd-19 a 17 hikûmxwariyan hatiye kirin û 3 kes jî mirine, dermankirina 13 kesî jî dewam dike.
Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş jî diyar kir ku 200 hezar girtî ji aliyê desthilata AKP-MHP’ê ya faşîst ve terkî mirinê hatine kirn.
TESTA 50 KARKERÎ POZÎTÎV DERKET
Piştî testa karkerekî ya Fabrîqeya Ege ya Xwarinên Amade pozîtîv derket û şûnde hate ragihandin ku testa 50 karkerên din jî pozîtîv derketiye. Testa nêzî 20 karkerên negatîv jî derket li ser karê xwe ne.
AMED
Li Amedê 2 kesên temenê wan navbera 63 û 78’an de ku dihatin dermankirin duh şev mirine. Li Amedê li gel van mirinê hejmara kesên mirin derket 19’an.
MÊRDÎN
Gundê Deramatîne yê navçeya Şemrexê û gundê Bernîşt ê navçeya Artûklû yên Mêrdînê ji ber vîrûsa korona (Kovîd-19) xistin karantînayê. Berê jî ji ber şewbê gundê Tibyad ê navçeya Qoserê, gundên Qurdîsê û Qesra yên navçeya Artûklû xistibûn bin qarantînayê.
Di heman demê, di 8’ê Nîsanê de, li gomê Heramiyê û gundê Endewl ên navçeya Dêrikê jî karantîna hatibû îlankirin û karantîna hîna dewam dike. Bi vî awayîli tevahiya bajêr hejmara gundên xistin karantînayê derket 7’an.
Li gorî Zanîngeha Johns Hopkîns bîlançoya Covîd-19 a li welatên din wiha ye:
DYE: Zêdetirî 560 hezar kes bi vîrûsê ketine, 22 hezar mirin.
SPANYA: 170 hezar kes bi vîrûsê ketine, 18 hezar mirine. 90 hezar tên dermankirin.
ÎTALYA: Zêdetirî 156 hezar kes bi vîrûsê ketine, 20 hezar kes mirine. Zêdetirî 100 hezar kes jî tên dermankirin.
FRANSA: 132 hezar zêdetir bi vîrûsê ketine, 14 hezar kes mirine. 91 hezar jî tên dermankirin.
ÎNGÎLTERE: Zêdetirî 84 hezar kes bi vîrûsê ketine, 10 hezar û 600 kes jî mirine. 73 hezar jî tên deramankirin.
HOLLANDA: 26 hezar û 551 kes bi vîrûsê ketine 2 hezar û 828 kes mirine. 23 hezar û 400 kes zêdetir tên dermankirin.
BELÇÎKA: 30 hezar û 589 kes bi vîrûsê ketine, 3 hezar û 900 kes jî mirine. Nêzî 20 hezar kes jî tên dermankirin.
SWÎSRE: Li Swîsre 25 hezar û 503 kes bi vîrûsê ketine. 1 hezar 117 kes jî mirine. Nêzî 12 hezar kes jî tên dermankirin.
ELMANYA: 127 hezar zêdetir kes vîrûsê ketine, 3 hezar jî mirine. Derdorî 60 ehzar kes jî tên deramankirin.
ÎRAN: 73 hezar kes bi şewbê ketine, 4 hezar û 585 kes jî mirine. Muxalîf jî dibêjin ku 22 hezar kes zêdetir mirine.